DAYÊ DAYÊBi hezaran gule li min hatin barandinBi hezaran dayê Li kurê te yê ku te qet dil nedihiþt ku wî biramûsî Çawa ketim erdê weke spîndareke þikestî Mîna gurên har min parçe parçe dikin Dil û kezeba min li hev par dikin dayê... Min di tariya þeva reþ de bihêle Di ser sûç de hatim girtin Kelepçe û destê min êdî hevalbendin Ez çiya bi çiya þervanê hêviyê me Prometheus bûm, dema hatime girêdan li ser wan zinaran Min dilê xwe diyarî bazan kir Spartakûs bûm di qêrîniya koletiyê de ji þêran re bûm xwarin Egît bûm, di bêdengiya Newala qesaba de, ji bo hebûna mirovahiyê Min li vî welatê ku ji bo Bê rumetiya mirovan hatiye talankirin de Hemû êþ û jana wê tahm kir Birçî, tazî razam, ji bo nanê xwe min sebir kir Min çarenûsa xwe bi destê xwe nivîsî Min bi her tiþtî zanibû þev min nas dikin Tu min jibîr bike dayê... Li Helepçe û li Dêrsimê zarokekî ji jiyanê hezkirî bûm Di binê zîndanan de Mazlum bûm, bûm agirê Newrozê Pîr Sultan bûm, di sehpayên sêdaran de Ez çend caran tune dibim, çend caran dijîm Ez di agirê çaran de, diþewitim...diþewitim...diþewitim... Ez nahêlim ku agir min bikuje Ez Prometheusê hemdem im, yê ku agir diyarî mirovan kiriye Ez ê ji bo wekheviyê bijîm Ji bo biratiyê. Ez ê ji bo rûmeta mirovahiye bijîm... AYDÝN ORAKhttp://www.pdk-xoybun.com |