ZAROK ZAROKMin zarokek dîtLi zagrosan, li dîroka xwe digeriya bê rawest Min zarokek dît Li birayê xwe yê piþta xetê dinêrî bi hesret Min zarokek dît Qîr qîr qîriya, lê dengê wî nedihate guhe min Min zarokek dît Ji bo zarokatiya xwe ya ku qet ne jiyaye digirî Min zarokek dît Li ser lîstikên xwe yen ku qet bi wan ne lîstibû digirî Min zarokek dît Qet ne dikenî, ji ber ku ji bîr kiribû ken Min zarokek dît Êdî hêstir ne dibariyan ji çavên wî Di þûna hêstiran de xwîn dihat ji çavên wî Min zarokek dît Xwediyê pirsgirêkên balkêþ bû, weke çarenûsa min Min zarokek dît Digirî, lê hêstir ji çavên min dihatin Min zarokek dît Li ser berfê ling tazî bû, lê min sar bû Min zarokek dît Di sînorê dilê min de pêl mayinan dikir, lê ez perçe dibûm Min zarokek dît Agir bi bedena xwe ve dikir, lê ez diþewitîm bi qîjeqîj Min zarokek dît Jiyana wî jiyana min bû, ji ber ku min xwe di çavê wî zarokî de didît, Ew çav jî çavê min bû. AYDÝN ORAKhttp://www.pdk-xoybun.com |