PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ROJA TE PÎROZ BE




ROJA TE PÎROZ BE

Roja te pîroz be dayê !
roja te pîroz be...
her çiqas dûr î te bim jî,
ez bêhna te dikim û
ez ê herdem di hembêza te de bim dayê...
Nebêje kurê min tuneye
ez çûm ku bibim hezar dayê
belê dayê, êdî bi hezaran
kurên te hene...

Dibêjin ku ;
bihuþt di bin lingê dayikan deye
ez axa bin lingê te me dayê...
Bi hezaran destê te radmîsim
bi hezaran dayê...
roja te pîroz be dayê
roja te pîroz be...
her roj rojên te ne dayê

Em her çiqas bi fîzîkî,
bê hev bin jî bi hestên xwe
bi dilgermî, bi awayekî fîzyolojîk
em bi hev re ne dayê...
tu axa min î, tu welidî
te kurekî ji axê anî ser rûyê dinyayê
roja te pîroz be dayê !
roja te pîroz be...

Ez, kulîlk û kenê zarokên
hemû cîhanê diyarî te dikim dayê
qeremfîl, sosin, rihan, beybûn û
zarokên þervan yên çiyê
bi te serbilindin dayê...
Her roj rojên te ne dayê
rojbûna te pîroz be dayê...
roja te pîroz be...
roja te pîroz be...
roja te pîroz be dayê.



AYDÝN ORAK

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg