RÝNDA MÝNRÝNDA MÝN- Name - 3 jiyan kortaleke bi canêþe dilê min yê birîndar diperpite di nav derd û kulan de min zor û bela xwe pê girtiye bi kevirê çiya û zinaran ve bi neynokên xwe neynokên min mîna lapûþkên pilingan dikim qêrîn û hawar mîna dengê qulingan dîsa jî rawestiya me li ser lingan dixwazim perda li ser bêdengiya xwe bidirênim lê peyv û bêjeyan nabînim êþa dilê xwe hesreta xwe eþqa xwe ji te re vebêjim rinda min di nav azar û êþên bêbinî de hatime fetisîn û strandin di nav pevçûnê de ne bi hevdu re raman û hestên min yên îsyankar lê nizanim çima? bes min tu bidîta ji dûr ve keser û axînek bikiþanda ketibûm înzîwayê bi tena serê xwe di tenetiye de dikim feryad û fîxan mîna bilbilan dîwarên oda min li min bûyê zîndan rinda min bêhal in payîz û zivistan bihar û havîn raman û hest pî û dest û awirên min kenê dev û lêvên min çok û gavên min kezeb û cîgera min dûmanê cixara min xwîna canê min þev û rojên min têne xijkirin li ber pêlên ava deryayê ya jiyana bi êþ û tirs rinda min ne tama bêhna gul û nêrgîzan li biharan ne tama bayê hênik li payîzan ne tama serma berf û pûkê li zivistanan ne jî tama tava germa qijilî li havînan carekê bibiþire ramûsanekê bide min dilê min yê di nav þerê raperînê de haþ bike rinda min porê te yê xumrî têxim navbera pêçiyên xwe ên zirav û bihûnim jê çar gulîstanan ava bikim rinda min bi saya xewn û xeyalan di nav toz û dûmanê de çarnal ber bi te ve têm Sîwarê hespê boz im nameya xwe dinivîsim bi zimanê sirûþtê xwe dispêrim bîranînên xwe rinda min destê xwe bidim ser cot memikên te yên mîna nokan ramûsim û bêhn bikim ewan beybûnokan qefesa sîngê te hilbihata û dabiketa mîna pêlên ava derya ye mîna masî yê ku di serê nîkê de biperpite dilê min jî di nava sîngê te de bi coþ û heyecanê lêbiketa û biperpita rinda min di xewên þevan de bi te re diaxifim rinda min ez niha di tenetiye de me mîna stêrka li ezmanan mîna girtiyê heps û zîndanan te ji dîrokan çîrokan çûkan mozan ji kurm û kêzan dipirsim rinda min ez ronahiyê berhev dikim ji çirisîna heyv û stêrkan ji bo þevereþên kor ez germahiyê berhev dikim ji tava rojê vediþêrim di hembêza xwe de ji bo mirovên dilsar mîna tevna dayîka xwe dixwazim eþq û hezkirinê veçînim li ser axa Cîhanê di navbera mirovahiye de ez mirovekî sergiran im bargiran im di eþq û bedewiya te de derbeder û wêran im rinda min dengê min mîna dengê bilbil û hozan dibim dengê feqîr û belengazan mîna dengê stranbêja hêja Zozan dibim dengê azadîxwazan mîna dengê Ayþe Þanê ya wek kewan dibim dengê bilûrvan û heyîranokên bêrîvanan were rinda min meke nazan eþqa dilê min li min bûyê girtî û zîndan þewqa finda xemgîn diçirisî ji hinava daristanên canê min cîgera min diþewitî çira oda min ya bi þev û rojan vêdiketî mîna awirên çavên min yên melûl û bi hesretî ez piþta xwe dispêrim bîranînên xwe li jiyana bi êþ û jan temaþe dikim tinazên xwe bi Cîhana rûreþ dikim di canê min de jehra eþqê berdan nizanim ezê çawa xilas bibim ji kul û derdan ? xulamê te me Dilberê ma ezê êþa giyana xwe têxim kuderê ? nikarim bijîm bi vî hawî dê ezê koçbikim biçim li rojeke sayî êdî were bese ma tu li ku mayî ? Axx ax! rinda min bermalya min Evîndarê te Xizan Stockholm, 14. 01. 2004 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |