PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Tosinê Reþîd : Komela Kaniya Sipî : Xelata Dr. Yekta, çend têbînî




Komela Kaniya Sipî : Xelata Dr. Yekta, çend têbînî

Dr. Yekta Geylanî ( Uzunoglu ) hêjayî xelata Frantiþek Kreigel bû, mezintirîn xelata komara Çêk. Bê guman ev serkevtineke mezin e ji bo Kurdekî peneber. Ev bûyar usan jî ji bo gelê Kurd rûmeteke bilind e.

Her netewek, her miletek, dervayî welatê xwe bi nonerên xwe tê nas kirin. Eger li welatên Rojava ne bi vî teherî be, li Yekîtîya Sovêta berê usan bû. Kurdek, çiqwas jî navdar bûya, pir caran navê wî ne didan, eger karekî baþ bikira, digotin wî Kurdî karê baþ kir, karê xirab bikira, digotin wî Kurdî karê xirab kir.

Bi saya sere cîranên me’ tirkan, ereban, farisan, ermenîyan, ji bo Kurdan bi sedsalan nîgareke nêgatîf, a bê bingeh, hatibû sêwirandin : Koçerên ku karê wan kuþtin û talane e.

Ji bo ev nîgar bê guhastin kar û xebata gelek nivþan pêvîst e.

Îro gelê komara Çêk wê kurdan bi Dr. E. Qasimlo, ku Dr. Yekta wek mamostê xwe nas dike û Dr. Y. Geylanî nas bike, ku ne tenê ji bo mafê gelê xwe, lê usan jî ji bo mafê gelên welatê ew lê mêvan, gelê çêk kar û xebat kirine. Bi serî kar û xebata van herdu Kurdan, ji bo gelê çêk Kurd xebatkarên ji bo azayê û dêmokratîyêne.

Dr. Yekta Geylanî ji wan mirovan e, wekî ne ku navê gelê Kurd ji bo berjewendî, mesleta xwe bi kar tînin, lê navê xwe ji bo berjewendîya gelê Kurd bi kar tînin, bi nav û karê xwe rûmetê ji gelê Kurd re tînin. Wî çawa kurd alîkarî ji kesî nexwest, çawa kurd alîkarî da gelê çêk.

Dr. Yekta Geylanî demekê bû xudanê mezintirîn holdînga komara Çêk. Wî dikaribû serê xwe têkira ber xwe, hinek tiþt bida kesên xwedîhêz û karê xwe bimeþanda. Lê wî usan nekir, wî ‘dîn ne da dîndarê’. Wî parastina mafên mirovan, rastî û heqî ser her tiþtî re girt. Hebûna xwe, zên û zîrekîya xwe di wê rihînê de kire giro.

Ew sala 1995 an ji girtîgehê namekê ji serokê komara Çêk, yê wê demê, Vaslav Havel re diþîne. Di nama xwe de ew dinvîse : “çanda min destûrê nade ez serê xwe ber Nero ê nûjen xwar bikim”. Vaclav Havel wê hinge bersiva wî nede, lê roja dayîna xelatê ber kamêra têlêvîzîyonê wê lêborînê ji Dr. Yekta bixweze. Çend wezîr û byûrokratên wê demê jî wê lêborînê ji Dr.Yekta bixwezin.

Belê Dr. Yekata Geylanî di rêke dijwar re derbas bû û tu caran serê xwe ber dijwarîyan xwar nekir. Wê rêya bi rûmet serokê sazîya Xelat dayînê Frantiþek Janouch, wê di dawîya gotara xwe de awa binirxîne : " em serê xwe li ber Dr.Yekta xwar dikin, spas ji wî re ku wî þerkarîya gelê me bêyî alîkarîya gelê me, tek û tenê bire serî " .

Ev gotin straneke Kurdî, ya klasîk, “Peyayo” tînin bîra mirov : ‘peyakî tekî tenê derketîye sere meydanê, dibê, bûka rû bi xêlî dergîstîya min e…”

Ji bo rastîyê, ji bo dêmokratîyê, ji bo mafê mirovan Dr. Yekta tek tenê derkete dijî byûrokratên komara Çêk, mafîya navnetewî, ajanên komara Tirkîya û gelekên mayîn. Tek tenê derekete pêþîya wan û ser ket. Nivîskarê Brîtanî James Aldridge dinvîse wekî li cihanê du gel hene ku têne kuþtin, lê nayêne rayê; Kurd û îrlandî.

Belê, Dr. Yekta xwîna xwe da ber çavên xwe, du caran xwestin jî bikujin, lê ji rêya xwe venekþîya, nehate rayê, Þerkarîya xwe beredewam kir.

Dr. Yekta li Bakûra Kurdistanê, di malbeteke welatperwar de hatîye dine.

Ji bo xwendinê ew berê diçe Parîsê ( sala 1970 ) ji wir jî diçe Prag û salên 1973 - 79 li Zanîngeha Charl, beþê tendurustîyê ( bizîþkîyê ) dixwîne.

Salên xwendkarîyê ew weþanxana ‘Ararat’ ava dike û gelek pirtûk, broþûr û postalan çap dike.

Bi çend kesan ve ew sala 1978 an Hîva Sor , ya kurdan ava dike.

Dema damezrandina rêxistina ‘Doktorên bê sînor’ ew bi wan re dikeve têkilîya û ji navê wan sala 1980 î wek doktor diçe Rojhilata Kurdistan, li wir û li Baþûra Kurdistanê çend hospîtalan ava dike. Ser vî karê wî û doktorên hogirên wî, fîlmeke documental tê kiºandin, ku 32 kanalên têlêvîzîyonan belav dikin.

Dr. Yekta Geylanî beþdarî damezirandina Instîtûta Kurdî, ya Parîsê û pirtûkxana Kurdî li New York ê dibe, lê sala 1983 an li paytextê Almanîya Fêdêral, bajarê Bonn, bi xwe Instîtûta Kurdî ( Kurdisches Institut ) vedike. Ew înstîtût, bi seroketîya Dr. Yekta Geylanî di demeke kurt de gelek karên hêja dike. Gelek navdarên Avropa, ji wan sê xelatgirên xelata Nobel; Alfred Kastler, Heinrich Boll û Gunter Grass, piþtgirtina Instîtûta Kurdî, ya Bonnê dikin.

Seva xizmeta Dr. Yekata wek serokê Înstîtûta Kurdî ya Bonnê parlamêntarê Almanî Bernhard von Grunenberg wa dibêje : “Birêz Dr. Yekta demekê li Almanya ma û gelek xizmetên delal yên dîplomatî ku tu rêxistinek Kurd nikarîbû bikira ji Kurdan re kir” . Di vî karê pîroz de tu rêxistin, yan sazîke Kurdî piþtgirtina Dr. Yekta Geylanî nekir .

Hinek rêxistinên kurdî hê jî bi wê bawarîyêne, wekî kî ne bi wan re ne, dijî wan e, gerek li meydanê nemîne. Eger karek ji bo Kurdan tê kirin gerek yan bi destê wan be, yan jî bin çavdêrîya wan de be. Ev bawarîke þaþ e û pir xeter e.

Û van rêxistinan ewqas asteng ji Instîtûta Bonnê re çê kirin, ewqas xirabî kirin, wekî Dr. Yekta neçar ma dest ji Instîtûta Kurdî bikþîne û ew înstîtûta dikaribû gelek karên baþ ji bo gelê Kurd bike, têkçû.

Pêþîyên me bade ne gotine “Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê tune”.

Lê Dr. Yekta destê xwe tev wer nake, bi proja wî sala 1987 an Radio Monte Carlo dest bi programên zimanê kurdî dike.

Yekta Geylanî destê xwe davêje çi, bi destê wî ve tê. Ew sala 1988 an kompanîyên tucaret û deranînê berê li Almanîya, paþê jî li komara Çêk û Tirkîyê vedike. Sala 1991 ê ew ji kîsî xwe sêmînarên navnetewî ser aborîya komara Çêk bi dar dixe. Ew yek ji xudanên ( avtor ) pirtûka ser aborîya komara Çêk e.

Bi van karan re tevayî ew karê xwe yê sereke, parastina rastîyê, heqîyê, parastina mafên mirovan û kêmenetewan berdewam dike, bi deha gotaran ser van pirsan di çapemenîya çêk de çap dike.

Ser daxwaza dostên xwe ji “Charter 77”, ew dijî hêzên kirîmînal gotarekê di hevtenama çêkî, “Respekt” de çap dike.

Xebata Dr. Y. Geylanî ji bo mafên mirov, ji bo rastî û dêmokratîyê ne bi dile gelekan bû û wan xwest tola xwe ji wî hildin.

13 Îlonê, sala 1994 an, bi tawaneke usan jî wê neyê mak kirin Dr. Yekta Geylanî davêjin girtîgehê.

Çawa nîþana piþtgirtinê, dema ew di girtîgehê de bû, hukumata Almanîya mafê hemwelatîyê dide wî.

Bihara sala 1997 an Dr. Yekta Geylanî ji girtîgehê aza dikin.

Ji wê sale heta sala 2006 an ew her tiþtî dike, wekî navê xwe ji wan tawanên bê bingeh paqij bike. Adara sala 2006 an 13 navdarên gelê çêk, ji bo piþtgirtina Dr Y. Geylanî gotarekê bi navê “We accuse” ( Em tawanbar dikin ) çap dikin.

Kar û xebata bo rastîyê, dêmokratîyê û azayê berê xwe dide. Xelat kirina Dr. Y. Geylanî bi xelata Frantiþek Kreigel bû nîþana serkevtina doktorê Kurd di wî þerî de.

Ez Dr. Yekta ji sala 1979 an nas dikim, ew hatibû Yêrêvanê mêvanîya me. Dû re ew çû Mosko, ez jî çûm Lênîngradê. Wê demê rêjîma îslamî li Îranê dest bi êriþa Rojhilata Kurdistanê kir. Piþtî min ev bes bihîst, ez jî çûme Mosko, min û Dr. Yekta pêwndî bi dost û hevalên ji komarên Yekîtîya Sovêt re girêdan, wekî têlêgram û namên piþtgirtina þoriþa gelê Kurd ji hukumata Yekîtîya Sovêt re rê bikin, kirinên rêjîma Îranê tawnbar bikin. Çend rojan, hema bêjî bi þev û roj em ser pîya bûn. Û karê me deya neçû, bi seda ( eger ne bi hezara ) têlêgram û name hatin þandin, di media Yekîtîya Sovêt de gotarên piþtgirtina þoriþa Rojhilata Kurdistanê zêde bûn.

Ez carekê jî dost û hogirê xwe Dr. Yekta Geylanî ji bo xelata Frantiþek Kiriegel pîroz dikim, hêvîdarim ev xelat bibe helaneke nû ji bo xebata wî, ya parastina mafên mirov, mafên gelên bindest, mafên gelê Kurd.

30. 06. 2006


Tosinê Reþîd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg