Nivîskar : Adil Duran - Çîroka : TKP ya Î. Bîlen çawa kete destê Satilmiþ û Durmuþ û çi lê hat ?TKP ya Î. Bîlen çawa kete destê Satilmiþ û Durmuþ û çi lê hat ?Çîrokên Rojdîtî - 16 -Hey gidî dinya hey ! Carcaran mirov li pêy tu tiþt nîne çiqas bi keser kûr xemgîn dibe !Bi xwe çi bêt serê mirovan , yan ji nezanînê yan jî,ji meraqkirinê tê ! Sala 1983 ez li Elmanyayê li bajarê Berlînê bûm. Carcaran diçûm navenda TKP’ê.Hunermend - nivîskar û mirovên binavûdeng dihatin û diçûn. ”Wek peykertiraþ Mehmet Aksoy - Mebûsê TIP’ê Y.Ziya Bahadirli, Helbestvan Ataol behramoðlu - sendîqacî Süleyman Üstün, Wênekêþ Hanefi Yeter, Þanoger Tuncel Kurtîz - Þener Þen, Nivîskar Mahmut Makal - Fakîr baykurt û gelek mêvanên binavûdeng yên welatên biyanî jî min li wê derê naskirin... Serokê TKP Ý.Bîlen jî li rojhilata Elmanyayê cîwar bûbû. Têkoþerekî wan hebû û navê vî Ruhî bû. Min ji Ruhî pirs kir : Lawo ma ev serokê we çawaye te tu caran ew dîtiye ? Gote min : - Mirovhezekî yekta ye û bi têrî xwe zana ye. Carcaran diçim ba wî. Em bi hevre xwarinê dixwun û eraq vedixwun. Xisûsiyetekî wî heye, hertim pêkenokekê li ser Lazan ji min re dibêji û tu kes nikare wek wî xweþik þirove bike. Min jê pirs kir : - Ma tu dikarî ji minre bibêji Got min : - Belê. Rojekê serê sibê codkarekê Laz ji mal derdikeve ku here zeviyê. Bi rê de mîza wî tê, camêr xwe dide aliyekî rê û haziriya xwe dike ku mîz bike. Di wê encamê de pîrejinek li gel qîza xwe ji wir derbaz dibin. Dema ku çav li wî camêrî dikevin, bi þerm û fêdîkirinê ruyê xwe badidin. Camêr kîrê xwe di dest de bang wan dike : - Korkmayin da tutayirem oni ( Metirsin ha! Min bi wî girtiye ! ) .... Binêrin serokê xelkê bi çi ken û kêf in û çi zana û bi terbîye ne ! Xwedê ji bo çi ji yên me re wisa xira aniye.. ..... Sal 1985 li Siwêd û li Stockholmê.. Di wan salan de yekîtiya hêzên çep çê bû bû. Li her derê civîn û konferans çêdibûn. Ji ber ku di nav wan yekîtiya hêzên çep de rêxistinên Kurd jî hebûn, ji bo beþdarbûna civînekê jo bo me ( ! ) jî dawetnameyek rêkiribûn. Min haziriya xwe kiribû û derketim rê ku biçim wê civînê. Bêhemdi ez û L. Xoce rastî hev hatin. Gote min : - Ma te xêre wisa bi lez bi kuve diçî ? Min hal û mecal jê re got. Xoce piçek awirên xwe mist da û got : -Kuro piçek biaqil be. Em Kurdin, çi karê me bi Satilmiþ û Durmuþ re heye ? ( Wê demê berpirsiyarê TKP H.Kutlu bû, Xoce ew wek Durmuþ û serokê TÝP’ê Nîhat Sargin jî wek Satilmiþ binavkiri bû ) .... Hey gidî dinya hey ! Yekîtiya hêzên çep jî nekariyan demokrasiyê bînin welêt ! Xelk û alemê ji wanan rû badaye, þerm û fedî dikin. Ew jî di cihên germ û xweþ de dixwun û vedixwun u lotikan davêjin û dibêjin : - Metirsin ha! Min bi wî girtiye ! ...... Çar sal berê çûbûm Berlînê. Bi taybetî li Ruhî geriyam.Min tu rêç û þop nedît. Xeynî hevalekî ku ew nas dikir. Hûr bi hûr serpêhatiya Ruhî ji min re got. Gelek dûr û dirêj e. Ez dixwazim bi kurtebirî ji were bêjim. Ruhî kominîsteki bi bawer bû. Ne dixwest ku Li Elmanya kapîtalist bijî. Hertim dixwest ku here welatên sosyalîst û li wir jiyana xwe berdewam bike. Di wan salan de çûyîn û hatina Berlîna rojhilat û rojava wisan ne bi hêsanî bû. Têkoþerekî Maoîst ji Berlîna rojava nikare derbaz bibe. Tê ba Ruhî û ji wî re dibêje : - Li Ýspanyayê civîna Sosyalîst Ýnternasyonalê heye. Lawo Ruhî, ez ketime bextê te. Têkiliya we û Elmanya sosyalîst ( ! ) gelek baþ e û pêwiste bi trambêlê di ser wê derê re derbaz bim.Ma tu nikarî alîkariya min bike? Ruhî dibê : “gelek baþ e, ew rêhevalên me ne. Ger ez nasnama xweyî partiyê pêþ wan bikim ew dilê me naþkînin û tu gotinên me jî dubare nakin. Heke di trambêla te de cîh heye, dixwazim li gel te bêm”. - Bi hevre derdikevin rê û tên tixubê Elmanya sosyalîst . Jendirme wan digiri û davêji odeyekê. Yê Maocî bi devmirî ji Ruhî dipirse : ? -Rêhewal ! Ma va çi îþe, vana ji bo çi em girtin ? Ruhî bi dilekî rehet bersiv dide : - Rêhewal ! Xwe aciz meke.Em ji welatekî kapîtalîst tên. Ew jî dixwazin tedbîr bistînin. Li wir çendek wext derbaz dibe. Cendirme dikevin hundur û dor li wan dipêçin. Herduyan þilf û tazî û bûl ( çarlepkî kirin ) dikin û tilî davêjin qûna herduyan. Heya ku ji wir û ji destê wan xilas dibin bi hevre deng nakin, hiþ dibin. Dema ku ji tixûban derbaz dibin, trambêlê radiwestînin û herdu cixarekê pêdixin û dikþînin. Vê carê Ruhî bi devmirî ji hevalê xwe pirs dike : - Rêheval! Ma va çi hale hate serê me? Evê din bi kenegirî bersivê dide : - Yên wan, dema ku Rêhevalên xwe dibijêrin tilî davêjin qûna wan da ku bizanibin qûnek in an na ! Tê gotin ji wê rojê û þûnde Ruhî serê xwe dixwe, dînik e û ji holê winda dibe...... - ((((----------------------)))) Adil Duranhttp://www.pdk-xoybun.com |