PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Nivîskar : Adil Duran - Çîroka : Sonda bapîrê min.





Sonda bapîrê min.

Çîrokên Rojdîtî - 14 -

Sal 1975, li Ýzmitê rêveberê rojnameyek herêmî bûm. Bapîrê min jî di vê demê de mêvan bû. Emrê wî nêzîkî sedî bû. Di vê rojê de li gor agahdriyekê Wezîrê Tirkiyê yê derve Turan Güneþ wê bihatiba Ýzmit ê.Min jî dixwest ew û bapîrê min hevudu nasbikin.

Min bapirê xwe girt û li gel xwe çûm rojnameyê. Û ji niþkava çend trambêlên mîrî hatin li ber deriyê rojnamê rawestiyan. Têkiliya min li ba Turan Güneþ hebû û me hevudu baþ nasdikir. Ji trambêlê peya bû û em jî çûn pêþ ji bo xêrhatinê. Ne bi tenê bû, Wezirê Çandî û Amojgariyê Mistefa Ustündað û berdevka serokê belediyê Ayten xanim û hin kesên din jî li balê bûn.

Min bapirê xwe bi wan da naskirin.Turhan xoce got bapirê min :
- Apo diyare emirê te gelek pêþdaye û tu di þerê cihanê yekemîn de çend salî bûyî ma tê bîra te ?

Bapîrê min bersiv da :
- Dema ku befra sor ( 1897 ) ji asûmanan dadihat ez 9 salî bûm.

Turan güneþ ecêb ma û Ayten xanimê destên xwe avêt ser milê bapîrê min û got :
- Tu xazi ( gazi ) yî,divê madalya te hebi

Bapîrê min gote wan :
- Ýsê ker û Mistê kor biryara xwe kirin yek û Avdilla Alpdoðan rêkirin ser me, mala me xira kirin.

Bêdengiyek mezin çêbû, hemi huþ bûn û bi çavekî li min û bi çavekî li bapîrê min di nêriyan.

Min bersiv da :
- Hikûmeta Tirkiyê di sala 38 an de li Dêrsimê tevkuþtinek bêyom lidarxistiye û wê demê yên bê guneh jî ji vê tevkuþtinê para xwe sitandine. Bapîrê min dixwazi wan neheqiyan bibêji.

Turan xoce bi avirên tahl got :
- Êdî ew dem buhurî, niha vaye me Kibris jî sitandiye û partiya me bûye hiûmet.

Ayten xanimê xwe di ber re rakir :
- Ez ji we hemuyan efû dixwezim û ji we tika dikim qala hin tiþtên din bikin, ji siyasetê aciz im. Niha dilê min masiyan dixwazi, çay û qehwa xwe vexwun û em ji vir rabin herin aþxana belediyeyê. ( Piþta bapîrê min mist da ) apo tu jî mêvanê minî îþev.

Xwediyê rojnameyê got :
- Ayten xanim ma dilê te masî dixwazi, ji bo çi yekî ciwan ji xwe re naki mêvan, ji vî kalemêrî çi dixwazî.

Avirên Ayten xanimê sor bûn û wê bapîrê min hembêz kir û got :
- Xwedê dizani te çend jin pîr û kal kirine ne wisa apo ? Ez jî jinek jêhatîme.. sibê zu þiyar dibim.mala xwe didim ber hev, taþtê amade dikim û terim belediyeyê, li wir jî heya þeþê êvarê diþixulim. Piþtî þivê jî diçim navçeya partiyê û li wir jî kar û barê rêxistinî berhevdikim..

Bapîrê min bi ken gote wê :
- Dêlê, ma tu ji bo çi dema xortaniya min bi destê min neketî, niha ez te çi bikim !
Hemi bi hevre keniyan...

Turan xoce gote min :
- Dapîra te ya nû çêbû, çavên te ronî be..

Em wê þevê çûn aþxana belediyeyê, me têra xwe masî xwar û eraq vexwar. Papîrê min jî serxoþ bûbû, ew dûriþm ji min re bû tirs û xof. Me xatirê xwe ji hevudu xwest û cuda bûn. Min dixwest ez bi bapîrê xwe re piçek bimeþim da ku serxoþiya wî vemire. Ketim bin milê vî û bi wî halî li gel hev meþiyan. Kêfa xwe di cî da bû, bi Kurdî sitran dilorand.

Li ber dîwarekî tuncik da xwe û ji xwe re cixarek pêça û vêxist.

Min gote wî :
- Yabo tu dixwazî em bi trambêlê herin..
- Na kurê min. Serê min tevlihev e lê dilê min di wê aþifte ya zeryan maye.. Ma dayika wê nîne ?
- Tu dixwazi çi bikî ?
- Hê zarok bûm. Min sond xwaribû ku ger rojekê firsend di destê min keve, ezê binim dayika Tirkan. Va jî firsendek mezin e û xêr û gunehê min li stuyê te...

Bi ken min ew ji erdê rakir û ketim bin milê vî. :
- Yabo niha dereng bû em xwe bavên mal û vê carê razên, sibê xwedê kerîm e..

Di dema ku em bi rê ve dimeþiyan, xwe bi xwe digot :
- Dilê Ayten xanima min masî dixwaze..teww ! Ew çi azwerî ye di qûna te de ye.. wêê ! Dêlê.. Masî di qûna te keve ha ! Ew çi agir û þewate ketiye qulika we Tirkan...
(((((( )))))))


Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg