PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Nivîskar : Adil Duran - Çîroka : RUSTEM Û SERLEÞKER ...





RUSTEM Û SERLEÞKER...

Çîrokên Rojdîtî - 13 -

Bi dilekî rehet dikarim bibêjim, va tiþtên ku ez li vir lêdikim ne bi serê xwe dinivisînim. Lê nizanim van tiþtên han mirov bi çi nav bike.. Ez ji vanan re dibêjim çîrokên rojdîtî..

Rehma xwedê lê be, Dersimê, li gundê me Riçik ê ji mala Hesiqilan Rustem hebû.Rustem li hember Axa û seyidan bi taybetî jî li dijî hiûmatê bû. Mirovekî rast û bêminet, peyagir û mirovekî bi xîret bû.

Di dema 12 Ýlonê de hin xêrnexwaz gilî û gaziyê wî dikin. Ew di wê demê de pîremêrekî 80 salî ye û di wê pêvajoyê de hê nû elektrîk hatiye gund. Wî jî dîtiye ku cara yekem axa bûne xwedî elektrîk, bi mabestî û peyagirî elektrîk ji mala xwe re sitandiye û televizyonek jî kiriye. Rustem li oda malê li pêþ televizyonê li ser erdê ramedî û li filmekî reþ û spî dineri.

Navê filmê ‘Melekên Çarlî’ ne. Di vê encamê de leþker havirdora malê digirin û dikin qêrin ‘teslim olun’( teslim bin ) Rustem qet bala xwe nade wan û li filmê temaþe dike.

Serokleþger di gel çend leþkeran derî û pencerê diþkînin û dadikevin hundurê malê.

Rustem vediciniqe û dibêje :
- Heu! Ma hûn ne însanin, çi wek milyaketên hov ji derî û pencerean de dikevin hundur !

Serleþker :
- Kalk ellerini kaldir teslim ol ! ( rabe destên xwe rake û teslîm be )

Rustem :
-Tew, ez di vê qeideyê nim ! Ulan oxlim ! Ma we xêre, we adet û toreyê mêrxasiyê jî wisa erzan xistiye bin lingan.. Xwedê þervanek wek ya Çarlî nesîbê min nake ku ez çi bikim..

Serleþker :
- Birak çene çalmayi bize sakladiðin teröristlerin yerini göster. ( dev ji galgalê berde û ew teroristên ku te veþartine ci yê wanan pêþ me bike )

Rustem dikene û ji navîna odê berjêr xerpengê ( deriyê ku di nav odê de vedibe û mirov dadikeve odekê din, bi taybetî li gundan axur heye ) û derencê de dadikeve nav tariyê û gaziyê serleþker dike, serleþker bi tirs di gel leþkeran dadikeve xwarê û dibêje :
- Burasi karanlik .hem pis bir koku var. ( va dera tarîye û bêhnek ne baþ tê )

Rustem pêl biþkoja elektrîkê dike û axur roni dibe, dibêje :
- Xwedê ji hiûmatê razî be, binêre ker û golikên min di bin ronahiya elektrîkê de çawa bi ken û kêf kayê dixwin..

Serleþker ji ber vê gotinê aciz dibe û bi hêrsketinê dipekîne ser Rustem :
- Ulan uyuþuk at yaraði! kendi haline bakmadan bizimle alay mi ediyorsun. Lo kîrê hespê yê tevizî ya yo ! Ma tu bi vî halî henekên xwe bi me dikî ? )

Rustem ji niþka ve bersiv dide :
- Ma oxlim, tiþtên halo ji bo çi dikî devê xwe..

Di wê encamê de bi qundaxa tifingê çend derbe li Rustem dixînin û wî gêrî erdê dikin û ji wir diçin.

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg