PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Nivîskar : Adil Duran - Çîroka : TÝRÊNA LEZGÎN





TÝRÊNA LEZGÎN

Çîrokên Rojdîtî - 4 -

Heya çil sal berê þahrê ( otoban ) û rêhesin kêm bûn. Ji sedema wê kêmasiyê rêvwîtî gelek zahmet bû...

Di wan salan de li gundekî Anatoliya navîn rêhesin çêdikin û rêhesin di nav gund re derbaz dibe...

Piþtî temamkirina rêhesin trênek orde orde li her westgehê radiweste û çend memûr jê peya dibin û dikevin nav xelkê pirs û daxwazên wan ji xwe re dinivîsînin..

Li gundekî konduktor ( ewê trênê dajon ) trênê radiwestîne û dixwaze zikê xwe têr bike. Hemu gundî li havîrdora wî kom dibin. Piþtî xêrhatinek germ, bi alîkarî jê re xwarinê amade dikin.

Gundiyek jê pirs dike :
- Pismam ez bawerim îro ew cihê ku trên lê rawestiya ji niha û pêde wê bibe westgeha gundê me ne ? Û ji îro pêde emê jî bi trênê rêwîtî bikin û herin bajaran, xwedê ji we razî be...

Konduktor dibersivîne :
- Tu rast dibêjî. Xwezî wisa be, mixabin ne mimkune.. Ev rêhesin jibo trêna lezgîn e. Hertim saet di yekê þevê de ewê ji vir derbaz be.. Va trêna ji bajarekî diçe bajarê din..Gundê we gelek piçûk e. Ma hûn çend malbat li vî gundî cîwar bûne. ?
- Neh - deh xanî û malbat bi tenê ye. Çil - pêncî gewrî li vir dijîn.

Konduktor ji wan re sipas dike û xatir jê dixwaze, li trênê siwar dibe û bi rê dikeve. Piþti çend salan bi trêna lezgîn û dema ku saet di yekê þevê de di nav wî gundî re derbaz dibe ew mêvanperweriya wî gundî tê bîra wî. Bi hesret li wî gundî temaþe dike ku çi bibîne. Gund gelek mezin bûye. Li wî gundî Ji mêj ve deh xanî hebun. Niha ew hejmar ji sedî buhuriye.. Lambê wan malan nehatiye tefandin...

Çend roj þûnde û bi roj bi trênê tê wî gundî peya dibe û dikeve nav gund. Tu kes wî nas nake û ew jî tukesî nas nabîne. Lê zarûzêç wek naxirekî li derûdora tên û terin .Gelek ecêb dimîne û meraq dike.

Di wê encamê de ewê ku ew ji xwe re kiribû mêvan wî zilamî dibîne, wek xewn û xeyal tê bîra wî.... :
- Rojbaþ bira ! Ma te ez naskirim ?
- Wey tu bixêr hatî, serseran ser çavan... Bi xwedê tu li min ne biyanîyî...
- Ez konduktorim.. Çen sal berê di dema çêkirina rêhesin de ez bûbûm mêvanê we..
- Min efû bike... Gelek sal buhurîne.. Dîsa ji bixêr hatî û tu mêvanê min ê ezîz î..
- Min tiþtek meraq kir ma tu dikarî ji min re bêji ?
- Xêr e.. kerem bike..
- Çend sal berê gundê we deh xane bûn û çil gewrî mirov... niha gund mezin bûye, ji ber çi sedemêye?
- Pismam.. piþtî ku ew rêhesin çêbû, hertim saet di yekê þevê de trêna lezgîn ji vir derbaz dibû û fîtik lê dixist. Erd û asîman dilerizî, xew nediket çavên me... Nivê þevê, bê xew û ji acizbûnê emê çi bikin.. Em bi bermaliyên xwe re diketin minasebeta cinsî.. Her sal gewriyên me zêde û mezin bûn. Gelê ku berfireh dibe divê xanî ji jê re bên çêkirin. Hal û mecal ev e..
- Çawa dibe ?
- Trêna lezgîn bû sedema zêdebûna gewriyên me ....

Di wê encamê de lawikek bi lez tê rex wan û dibêje :
- Xalo ! Yekî ji bajêr telefonî te kiriye. Divê tu zû here ba muxtar.

Xwediyê malê ji mêvanê xweyê konduktor re dibêje :
- Min efû bike pismam îþê min bi lezê ye..
- Bi xwe ez jî dereng mam..

Bi hevdu re derdikevin ber malê, xatir ji hevdu dixwazin û her yek bi alîkî ve dimeþin.

Di demek kin de malxweyê malê bi lez bi pey konduktor dikeve, tê rex wî û jê tika dike :
- Bira.. Ez gelek xemgînim.. nas û dost dibêjin tu cindar bûyi, nizam çawa bêjim..
Xêr e ?.. Kerem ke.
- Heyran,qurban.. Me çend sal berê dolabek kirî ku cil û corên xwe têxine hundur. Çend caran min bi çavên xwe dit ku dolab diheje. Min gote mêrê xwe û cîranan lê tu kesi ji min bawer nekir. Gotin tu cindar bûyî.. Þevekê min doþek bir li ber dolabê li erdê raxist ku zarok bi me nehesin. Ez li bin bûm, camêr li ser min bû û min dît ku dolab diheje. Camêr karê xwe bi min qedand û ket nav xewek kûr.

Sibe bû, min ji vî re got :
- Divê ji îro pêve an ew dolap ji vê malê derkeve an jî ezê biçim..

Gote min :
-Tu qisawet meke.. Trêna lezgiîn dema ku di gundê me re derbaz dibe dolab diheje..

Konduktor jê pirs dike :
- Xuþka min, ez bi çi awayî alîkariya te bikim ?
- Tu were carekê bikeve dolabê. Ji hundur da guh bidê û temaþe bike. Ji ber çi sedemê diheje..

Kondoktor qebûl dike û dikeve dolabê. Lê li aliyê din camêrê malê piþtî telefonê pêwist dibîne ku biçe bajêr û li wir serdana dosteki xwe bike. Piþtî ku ji oda muxtêr derdikeve dibîne ku trên hê li westgehê ye. Bi lez ber bi mal ve diçe ku piçek dirav û paltoyê xwe bigire û bi trênê bi rê keve.

Camêr dikeve hundurê malê û dolabê vedike ku paltoyê xwe bigire. Dolabê vedike ku çi bibîne. Ew konduktor di hundurê dolabê de ye.

Þaþmitî dibe û bi þaþmîbûn pirs dike :
- Heuu! Tu di vir de çi dikî ?
- Niha ez bibêjim li benda trênê me, tu ji min bawer nakî..

Camêr kêra di ber piþta xwe de dikþîne û dide ber qirika jina xwe û jê pirs dike :
- Çil sale em jin û mêrin û heya îro jî baweriya min bi te hebû. Ma va çi bêbextiye te ji min re derxistiye ?
- Ew zilam dinya axret birayê min e. Min ji vî tika kir ku ew alîkariya min bike da ku ez baþ bizanim bê ew dolap ji ber çi sedemê diheje.

Konduktor dibêje wan :
- Me þaþitiyek mezin kir. Niha tu camêrê xwe têxe hundurê dolabê, ezê jî herim trênê bajom. Ji xwe sedema wê hejandinê trên be, ango çi dibe bila bibe ewê derkeve holê..

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg