Perîþan : Li Silêmaniyê…dezgeha Xandan weþanê bi zaravê Kurmanciya Jorîn-Latînî jî dike. Di dema dawî de zimanê kurdî ketiye qûnaxeke zêrîn de, her wuha bi awayekî berfireh di nava gelê kurd de li her pênc parçeyên Kurdistan hatiye çewsandin û bi taybet li Baþûrê Kurdistan ( Kurdistana Azad ). Ji ber ku sînor di navbera parçeyên Kurdistan de hatiye danîn, têkiliyên kurdên her pênc parçeyan di hêla çand û keleporê de qels û lawaz bûn û her navçeyek an herêmek bû xwedan taybetmendiyeka cuda ji parçeyên din, çi di warê zarav de, çi di warê çandê de û çi di warê siyasî û aborî de. Dezgeha Xandan bo Pexþ û weþandinê li Baþûrê Kurdistan ku Rojnameya ASO bi zimanê Kurdî ( Kurmanciya Jêrîn - Soranî ) diweþîne. Dezgeha Xandan di malpera xwe ya internet de, ku ji çar beþan pêktê ( Kurdî – Soranî, Kurdî - latînî, Erebî, English ) dest bi weþana nûçeyan bi Kurmanciya Jorîn jî kir. Xandan ku dezgeheka serbixweye di hêla ragehandin û çanda Kurdî de xebata xwe birêve dibe û ji aliyê Birêz Stiran Ebdullah tê birêvebirin, di agahdariya xwe de diyar dike ku mebest ji vê gavê peydakirina pêwendî û têkiliyên çandî di navbera her pênc parçeyên Kurdistanê de ye. Tê zanîn ku nivîsandina Latînî di media û çapemeniya Baþûrê Kurdistanê de roj piþtî rojê berfirehtir dibe. Dezgeha Xandan di agahiya xwe de bang li xwendevan, nivîser, dezgeh û rojnamevanên kurd li her pênc parçeyên Kurdistan yên bi tîpê latînî dinivîsin dike ku têkilyên hevbeþ di navbera wan de durist bibin û têkiliyên ragehandinî û çandî di navbera wan de bihêztir û baþtir bibin. Baþûrê Kurdistan - Silêmaniyê, 13, 06, 2006 Xebatkarê Malpera http://www.xandan.comê.Perîþanhttp://www.pdk-xoybun.comXwendevanên hêja; Dezgeha Xandan ya ku rojnameya ASO diweþîne soz dide we ku di demeke nêzîk de dest bi belavkirina nûçeyan bi zaravê Kurmancî bike. Armanca me ji vê yekê ewe ku têkilî û pêwendî di navbera gelê kurd li her pênc parçeyên kurdistan de bi hêz û xurt bibin, û destana sînoran bê þikandin û hemû Kurd li ser rewþa parçeyên kurdistan agahdar bibin. Em ji xwendevan, nivîser, dezgehên ragehandinê û rewþenbîran dixwazin ku têkiliyên hevbeþ di navbera me de hebin, da ku em bi hevra beþdar bibin di pêþketina çapemeniya kurdî de. Baþûrê Kurdistan - Silêmaniyê, 13, 06, 2006 Malpera : http://www.xandan.comDezgeha Xandanhttp://www.pdk-xoybun.com |