PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Salîh Kobanî : Partiya Azadî, berê wê bi kuda ye ?


Partiya Azadî, berê wê bi kuda ye ?


Berî salekê, du partiyê Kurdên Sûrya ( partiya Hevgirtina gel bi serokatiya Mustefa Cum, a û partiya Çep a kurd li Sûrya bi serokatiya Xeyreddîn Mûrad ) ji raya giþtî re aþkere kirin ko ew bûne yek partî, û navê wan bû partiya Azadî. Serokê partiya Azadî bû Xeyreddîn Mûrad lê Mustefa Cum, a û Beþar Emîn bûne endamên serokatiyê.

Berî ko bibin yek partî, gellek guftûgo dibûn di derbarê yekgirtina sê partiyan de ( Hevgirtina gel, Çep, û Yekîtî ) lê yekbûna bi Yekîtî re hinekî li paþ ket. Ev yekbûn taqeteke nû da gengeþiya Kurdî - Kurdî û hêviyên ko gellek hêzên dîtirjî bibin yek geþtir bûn.

Berî çêbûna partiya Azadî, birêz Mûrad dest bi gerekê kir li Europa û sîmîner ji wî re hatin amadekirin li gellek bajarên europî, û ne her car pirsên ko ji wî di bûn dilê wî xweþ dikirin. Ne di warê siyasî de ( zelalkirina wî ji þêweya têkiliyên tevgera Kurd - bi Sûrya re wek dewlet - ne serkeftî bûn ) û ne jî di warê malbatî de ( þandina wî jin û zarokên xwe bo Nerwîc wek penaber, ne pirs bi dilê wî bû û ne bersîv bi dilê guhdaran bû ! ).

Demeke kurt piþtî aþkerekirina avakirina partiya Azadî, komek ji hevalên Hevgirtina gel dilnexweþiya xwe diyar kirin û ewjî sîgnala ( îþareta ) yekem bû ko, ew xwarina ko partiya Çep û hevgirtina gel bi hevre amade kiribû, kelexavî bû, û bi lez bû, kî ji wan bi lez bû,çima bi lez bû,gelo wan guman nekiribû ko ziyana bi lezûbezê pirê caran ji sûdên wê pirtirin ?

Ev pirs û gellek pirsên dî bê bersîvin, û wê bimînin vekirî :
1 - Piþtî aþkerekirina yekbûna herdu partiyan bi demeke kurt diyar bû ko partiya Azadî du ji endamên komîteya xwe ya navendî ko li Europa dijîn ( Rebhan Remedan û M. Reþîd ) dane alî, ew herdu biraderjî ji Hevgirtina gel hatibûn !

Wan herdu biraderan daxuyanî derxistin ( … ) berê bi navê komîteya navendî ya partiya Azadî li Europa, û piþtre bi navê xwe û dawiya dawiyê, li mala xwe rûniþtin.

2 - Gurûpeke dî ji hevalên Hevgirtina gel li welêt diyar kirin ko ew ne razî ne, daxuyanî derxistin, û hinek gotin hene ko ew xwe amade dikin herin nav ( Alpartî ).

3 - Berî çend rojan nûçeyeke flaþ hate belavkirin ko kongira partiya Azadî bi dawî bû û birêz Xeyreddîn hate hilbijartin wek sekreterê partiyê, ew nûçe kopiya nûçeya ko ji aliyê partiya demokrata pêþverû ve hatibû weþandin, naveroka wêjî ew bû ko berêz Hamîd Derwêþ hate hilbijartin wek sekreter !

Ev kultur di nav kurdan de ne kevne, xwedêgiravî raya giþtî ya kurdistanî bi dilê xwe girtiye û li hêviya nûçeya ka kî dibe serokê kijan partiyê !

4 - Dîsajî ji medya hate xuya kirin ko gellek ji hevalên partiya Azadî (yên ko ji Hevgirtina gel hatine ) qet hay ji kongirê nebûn, û nûçeya lidarxistina kongira Azadî ji înternêtê bihîstin!

Ji van çend xalên ko derbas bûn merov dikare bêje :
1 - Bi sernekeftina çêbûna partiya Azadî dibe asteng li pêþ ew hêzên dî ko xwe amade dikirin ji yekbûnê re.

2 - Berpirsiyariya wê neserkeftinê li ser seroketiya partiya Çep û Hevgirtina gel e, ewên ko nuhajî di seroketiya partiya azadî de ne.

3 - Dilsarbûn û rûniþtina kadirên azadî li mala xwe (yên ko hatin qewtandin, yan cemidandin, û yanjî bi xwe li mala xwe rûniþtin li hêviya rojên baþ in ) ewjî berpirsiyariya seroketiya Azadî ye.

4 - Ji herkesî re aþkere ye ko dewleta Sûrya naxwaze ko partiyên mezin û xûrt di nav kurdan de hebin, û her tecrubê divêt bête beravêtî kirin.

5 - Gellekî balkêþe ko endamên ne razî ji Hevgirtina van du partiyan herdem ji aliyê Hevgirtina gel in.

6 - Partiya Azadî nexwþiyên xwe bincil dike, û herkes dizane ko bincilkirina nexweþiyan tucarî nebuye care, nabe çare.

7 - Ev yekgirtina ne gellekî serkeftî, nemûneyeke þaþ dide hêzên siyasî yên dî, û gellekan ji wan çavtirsokî dike.

8 - Þêweyê birêz Xeyreddîn di kar de ( fermanên wî,biryarên xav ko karibûn têkiliyên Azadî xerab bike bi hinek hêzên tevgerê re ji bo sedemên biçûk, pêþdana bercewendiyên þexsî û malbatî li ser bercewendiyên partiya xwe.. hwd ) gellek pirsan bê bersiv dihêle.

9 - Bersivên asan ji pirsên ne asan re ne çareseriye ( ko ji Azadî tê pirskirin gelo çima gellek hevalê wan li mal rûniþtine ?

Dibêjin : ê yabo herkes yekbûnê naxwazê ! ! )

10 - Raste her yekbûnekê dive qurbaniyê wê hebin, lê ma çima hemû qurbanî ji aliyekî ve ne.

11 - Gelo eve nemûneya yekgirtina hêzên tevgera me ?

12 - Ev yekgirtin bû, lê partiyekê partiyeke dî xwar, û hevalên wê belav belav kirin ?

08. 06. 2006


Salîh Kobanî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg