PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



KANÎ EVÎN ?




KANÎ EVÎN ?

Nizanim çima
Her dinalim ez hev-çaxê xwe
Dipirsim ji yarê: Kanî evîn ?
Zêde-dike.. Yarê
Li mi meyandina birîn,
..Vê þevê mînakê evîndarê berê
Dînê hercarî û dilê peyamberî
Pend û yasên berê diçirînim
Ku bibim yezdan
Li vê kêlîkê nezar..
Ku bi tenha xwe vexum,
Û biperitînim ji baskê xwe ve
An
Mîna zîpikan li hîzarê dil dinoþe
Bi peyvên di xêza xwe de

veqetandî

Bi ava sar û germî

ser û lingên wan diþom,

Yara keser..
Çima pencerê elendê girtîne

Rê û derê û tal-tirþî
Çem û kanî û kerafî

Qe, li min dibin lawirin kevirî
Mêvanê kul û xemê ezberkirî
Li bêndara dil û pêrgîbûnê
Dibin koçer û penaberê þayik
Û xewarê þkefta hezar salî..
Yarê, Çima dil bi xwe
Dibe cîgehê ax û axînê
Û pirsên tî û deryayê bê binî
Û bersivên serjêkirî.
Nizanim..
Her dinalim rengê yek deriya
Dibêjim: Kanî evîn, dibin birîn.

*-*-*-*

02.01.2006

Ciwanê Abdal

Ciw@nê ABDAL

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg