PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EVÎN Û AZAR




EVÎN Û AZAR

Çi paye li te xistiye..
— Yarê
Her ez dikim
— Û dikim çandin
Tu nakî yek çinîn
Ne qeflek hildigirî
Ne hiltanî sozek bi cî..
Seridîn gotinê me
An bi rastî bê þelafî:
' Gotinê me þewibîn ji guhnedanê '
Çirûskên evînê bûne heyv û pizot
Li dilê tarî
Bûne tarî yê diweþînin
Mîna roka vemirtî li sûkê
— Kulmek arî ma diþewtîne
— Di dilê birçî de dike kewar,

Piþtî bûyer û zîpik û pabelîskan
Yek liber bayê payizê
Yek liber hêsirê zivistanê
Awir û gilîyan xwe jibîrkirin
Û
Hîna
Siya dilê min
Li wargehê te mexel tê
Bi çêra xwe ve
Bi kayîna xwe ve..
Piþtî werandin bi cih hatiye
Min çira bîranîna hibijartî
De bera tenahiya min
— Hilgire barê min
— Û beravêtiya soza te.

*-*-*

30. 10. 2005

* Halbesta Nûjen. *


Ciwanê Abdal

Ciw@nê ABDAL

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg