PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Civata Rûhanî


Civata (Meclisa) Rûhanî ya Êzîdîtiyê hat ava kirin, da ku pirsgirêkên oldarî û birêvebirna kar û barên cîhanî di nav Êzîdiyan de çareser bike.

Heke Civata Rûhanî li ser karekî anjî li ser pirsgirêkeke ji bo hemû Êzîdiyan civîna xwe bike, hingê micêwîrên ziyaretên gundan û serekêl jî dikarin li vê civînê beþdar bibin. Ji her endamekî vê civatê tê xwestin, ku mala wî nêzîkî Laliþê be, li mergehê.


Endamên Civata Rûhanî ev in


1-Mîrê Þêxan
2-Extiyarê Mergehê (Bavê Þêx)
3-Þêxê Wezîr
4-Pêþîmamê Mergehê
5-Pêþîmamê Bavê Þêx
6-Neqîb
7-Bavê Gavan
8-Serokê Qewalan
9-Bavê Çawîþ
10-Serderiyê, anjî Feqîrê Mala Þîxadî li Laliþê



Wezîfe û ritba endaman

Mîrê Þêxan
Gotina Mîr gotineke kurdî ye û ji gotina mihir hatiye. gotina mihir jî anku roje ye. Mîrê Þêxan Serokê vê civatê ye. Ewî bi tenê maf heye, ku biryar bide, kî bibe endamê civata Êzîdiyan. Wekî din jî ew e, yê ku Bavê Þêx hildibijêre. Bê guman ne berî þêwir û gotina endamên civatê û serekêlên Êzîdiyan. Pêþniyazbûna Bavê Þêx bi þêweyekî tevayî pêk tê, lê Mîr her gotina dawî dibêje û biryarê distîne. Ew kar û barê rêxistinî li Laliþê dike û hec û micêwirên xasên Êzîdîyan destnîþan dike. Gera Tawisê li nav Êzîdiyan bê destûr û biryara Mîr çênabe. Bi kurtî: Mîr Serok û berpirsyarê birêvebira kar û barê tevayî ye. Ew her ji bo hemî Êzîdiyan serok û rêber e û li Laliþa Nûranî ew wekîlê Mala Þîxadî ye. Ji Mîr tê xwestin, ku weke rojê rêya Êzîdiyan ronahî bike û her li gor navê xwe î bi xelat, nûr û nezer be.

Extiyarê Mergehê (Bavê Þêx)
Ev pewîst e, Extiyarê Mergehê ji malbata Þêxên Fexredînan be. Þêxên Fexredînan bavikek ji bavikên Þêxên Þemsaniye ne. Ji ber ku Þêxên Ferxedînan di dîroka Êzîdiyan de roleke pir mezin û girîng lîstin û pewîst bû, ku ew hemî qewlên Êzîdiyan zanibin, lewma Bavê Þêx ji nav rêza wan tê.
Bavê Þêx serokê oldarî (rûhanî) ye. Ew guhdanê li avaniyên Laliþê û qubên xasên Êzîdiyan yên li gundan dike. Pêkanîna cejnên olî ew dike. Helal û heramkirin bi destên wî dibe. Bê guman ew vî tiþtî bêyî gotin û þêwra Mîrê Þêxan û Civata Êzîdiyan nake. Pewîst e, ku Bavê Þêx her sal li gundên Êzîdiyan bigere û her þev li gundekî bimîne. Armanca vî karî jî ev e, ku þîreta li wan bike û rêya rast bide ber wan.

Þêxê Wezîr
Ew ji bavikekî Þêxên Þêþimsan e. Þêxisn Þêxê qelemê bû, Þêþims wezîr û meferê milet bû. Lewma Þêxê Wezîr pewîst e, ku ji malbata Þêþimsan be. Ew serwerê mala Þêþims li Laliþê ye, endamê civatê ye û semakêþê Mala Þîxadî ye.

Pêþîmamê Mergehê
Ew ji Þêxisnan e û di ger û pîrozkirina semayiyê de dikeve pêþiya Mîrê Hecê. Ew mehra xort û keçên bixwazin bizewicin dibire.

Pêþîmamê Bavê Þêx
Ew ji malbata Þêxên Þerfedînan e. Çaxê cejna semayiyê û gera nava gundên Êzîdiyan ew dikeve pêþiya Bavê Þêx.

Neqîb
Ji bavikê Pîrên Haciyalan e. Heta berî sed salekî Neqîb ji mala Þêxên Þêxsina bû. Wezîfa wî jî ev e, ku bi qewalan û Tawisê re bigere û xurcika Tawisê bixe stuyê xwe û Tawisê siwar bike û bi Tawisa mergehê re bigere.

Bavê Gavan
Bavê Gavan ji Þêxên Amadînan e. Ew endamê civata Bavê Þêx e û çaxê Bavê Þêx li nav milet bigere, ew di coqeta Bavê Þêx de ye.

Mezinê Qewalan
Ew ji eþîreta Dimilên Zerzan e û hem mamostê olî hem jî serokê qewalan e. Ji wî re ferz e, ku Qewal li cem wî xwe hînî qewlan bikin. Pewendiyên wî bi Mîr re hene. Ew xêrên Tawisê dicivîne.

Bavê Çawîþ
Ew piranî ji bavekekî pîran e. Wezîfa wî ye, ku çavdêrî û guhdariyê li Laliþ û geliyê wê bike. Ew jî bi xizmetkarên din re xizmetê dike û beþdarî semayê dibe.