WÊNAK GELÊRÎ JI DÎMENÊ KURDISTANÊ DI GOTE~BÊJEKE GUNDÎ DE Bi xwe ev peleke ji kelepora gelêrî ye; an bûyerê rojek palote ye li gundekî li derdora hirêma Mêrdînê tê nasîn, û bi taybet li gundê ( Bêrtê ) weke nemûne dibe: Di kar-xebata çi miletî de hebe, xweþ tê zanîn þope-mayên wî; ji kelepora wî, jîn û jiyana wî têde dijî bi temamî tê naskirin an xuya dike bê ka çawan abûriya xwe dike, û ev jêre dibe resenek teybet, û dibe nemûne û çarçew ji bo zarok û nevîyên wî di pêþerojê de, çimkî weke neynikê xwe têde dibînin ji bo berdewamîya jîn û jiyaneke duristir, her wiha bi tevayî jî çanda milet dibe weke neynikekê li cîhanê. Neysa .. Bo em þirove bikin û bidin nasîn bê çawa hatiye amadekirin rojana abûrî.. nuha li vir, li ber destê me heye perçak tore; qewale-bêjeyek- kevnar bi rengê helbestê hatîye rêzkirin ( helbet bi rengekî dengbêjî dihate gotin.. an ev qewalik tê gotin bi rengekî awazî liser gupîna mûkuta û him tê gotin bi: avêtin-ber-hev û wek tê nasîn weke dibêjin- bi navekî din: Stiranê " ber~dolabî ", yek davêje ber yê din .. an bi peyvên pirs û bersiva bi diyalogî dikin. Û heger em bixwazin wê naveroka têde þirove bikin, tê xuyanê kirin bi xwe, bûyerek filklorî ye – an gelêriye- li ser kutana dan û burxule hatiye saz kirin, weke tê gotin – berê payizî wê xelk nifqê xwe deynin , ji yek giringtirîn karê male ew dan û savare û yên pêre nr. Belê.. piþtî genimê xwe di niqira mezin de dikelînin , bi agirê êzing û tepika .. û her wiha ta dawî radixin li ser ferþekin mezin û liser latekên kevirî, û bi rastî ew ferþe-latê kevirî gelê gund tev de danê xwe liser radixin ku liber tava rokê ziwa û hiþk bikin, htd.. Weke em tev dizanin. Erê, piþtî du sê rojan ew dan ziwa û hiþk dibe, xweyê malê bandike xort û keçên gund, çi xortên mezin û ciwan.. çi êl û meriv bin, çi biyan û cîran bin, çimkî bi dore, her hink alî hina dikin, ew xort dora þeþ kesan an heþt, an bêtir be jî nexeme, an kêm-zêde ne tu gazine, û li gora wan mûkuta jî tînin û dixin dest wan , bi dorê; nêvî mûkut hiltînin û nêvî yê din datînin û li dan didin ku qaþil ji ser biherifînin, û dibere stiran û qerwelka jî dibêjin da ko westan û bêdengiyê bixemilînin, tev qerf û henek û leqerdiya dema xwe ji êvarî ta þev zîz dibe dibuhêrin. Belê.. bi rastî tu dem nîþan jêre tunye, lê xwedê giravî wê wiha be.! Û her bi vî awayî yek alîkariya yê din dike bi navê Palote, xuyaye yek ji wan palote dibe serkar û serkêþê wan , û ew jî zane bi qewala û bi dengbêjî yê.. û ew qewal yê gav û dema xwe ye, yanî bûyerê rojane ne li hev tîne.. çi tê ber devê wî û çi tê ber çavê wî û çi tê bîra wî -nexeme- dibêje û ditewîne, li derdora xwe dinêre û çi dibîne dibêje û davêje ser, ango li hev tîne buyer û kar û viyan tev hev dibe. Erê.. bi rastî bi vî hawayî kar bi wan heval û hogira xweþ dibe, û ev baþ xuyaye ji vî perçê qewalê liber destê me, ger bi çavekî rexngerî û vekolînî lê binêrin, û ew bi xwe rexn û /yan bi peyvek din/ qerf û leqerdî ye dikin, an mere bêje bi henk-pê-kirin tê gotin, çi çalakiyên civakî bin.. çi bînerin û buyerin rojane bin .. çi þîretin perwerdekî bin û tê dabajkirin.. û htd. * * * Piþtî xwendina, an pihîstina vê perçe~torê, qewale~ bêjika kevnar, palota di vî qewalê de û di naverokê de heye, çar-pênc beþ xweþ têne xuya kirin, û ew jî evin..: 1 - Serkar, peyvînek taybet dibêje , weke despêkekê. 2 - Qala þêx û mella dike û çûna wan ku çawa li zekayê digerin, û çawa ne raziya xwe dide xuyanê kirinê, çimkî tiralin. 3 - Daxwaza amadekirina xwarinê (firavînê) dike bo palota. 4 - Hatina I'tar û gera wî li nav gund û qala kirîn û dagijkirinê dike. 5 - Qerfa bi kesekî biyan dike, ku li gund bi cih bûye, û tev jê ne razîne. Bi rastî pir wênê civakî tê hene, helbet wênak xweþ ji dîmenê kurdistanê dide xuyakirin, wênake bûyerê rojane ya kevnar, wekî me gotî li jorî. Û her wiha eve naveroka vê qewalê wek min bihîstiye, lê bi hêvî me hûnê bibûrînin li min nekin heger min kêm daniye, an ne xweþ bi saz û kêþ hatiye: Belê ez pir mexabim, ji ber ev perçe~tore ne dirist û dozkiriye bi movikê xwe ve weke eþkere xuyaye, bi xwe ev perçe~helbest ji 8 movika pêkhatiye ristin, an çar bi çare, û carna ji 9 û 10 movika pêkhatiye hûnandin, jiber wiha jî awazên wê sivikin û ritimê wê sistin, û min bi xwe çend hevok sazkirin, ta helbestî be bi xêzên xwe ve, û bi neveroka çîroka xwe ve, bo sûdake çak bide merovan. Jiber wiha ez ji pêþde lêborînê dixwazim. ( 1- ) Him û hayê Hey ho hayê Haho yelle .. Him û hayê — Keçê dayê Ha li vir xin — Li kevir xin Kevir hil kin — Bi þekir kin Kevir hûr kin — Bi gilgil kin Bi dermanê — çavê kul kin. ( 2 - ) Him û hayê Hey, hê yelle Þêx û melle Yek betale .. — yek tirale Çûne deþtê .. — bînin geþtê Çûn bi hev re — çûn zikayê .. Tu kes tiþtek — Tiþt neda yê Xwezî berfek — bibarî ya Yek ji wan j. — venegeri ya 3 - ) Him û hayê Hey ho hayê Haho yelle .. Hey lêlê Êþê — Lê Êþo xanê Destek savarî — bîne j' hebanê Kevçî ya werî — ji kevçîdanê Û sê çar serî — pîvaz pêr deynê Û zû vergerî — ji xêra xwenê Ji pala rî — bike tevdanê Him û hayê .. Hey hê yelle 4 - ) Him û hayê Hey ho hayê Haho yelle .. Ji taxa jêrî — bandikir tirî Dihat Emoka — ser bi kurkirî Komeke mêþ — li dor difirî Bi e’lb û nîvek — tirî dikirrî Him û hayê Hey hê yelle ... 5 - ) Him û hayê Hey ho hayê Haho yelle .. Êla hiso .. — ew bi xwe Tate Mala wî sehî — li rohilate Dengê çirçira — vî ehmeqî Weke þerê — li ser late .. Him û hayê Hey .. ho hayê Haho yelle ... hd. 10. 07. 2005 Ciwanê AbdalCiw@nê ABDALhttp://www.pdk-xoybun.com |