PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Cejna Jinê -1 - û Cejna Jinê - 2 -




Cejna Jinê - 1

Pîroz bahiyek ji dil
Diþînim tev gurzek gul

Silavan du par dikim
Bo jinê, yadî bo gel

Jin nîvê mine bêpar
Nîvê cîhane ew yar

Cejna wê pîroz dikim
Xwe pêre dikim dîgar

Destê min bi destê wê
Tev hêvî yê hestê wê

Piþtgêrim bo maf û zar
Ku nemîne kole ristê wê

Bêje arê .. bêje na
Hilbijartin tev wana

Dê û xweh û yar û jin
Rêzgar dikin rewana

Her emê bêjin ji dil
Hêvî dikin jînek hil

Azad û serbest bijîn
Bi mere her mil bi mil

Her berxwedan xebate
Bo maf wekhev û pate

Nêrîna berê da biþkê
Ku jin bijî ser kefte

Rast jin berê azad bû
Nav gelê xwe lewendbû

Di xebata mal û civat
Xwe neda paþ bilind bû

Wek mêr doza welat kir
Me jî wê xweþ serbest kir

Xweþ silav û pîrozî
Nû dikim jêre rest kir ..

* * * * * * * * * *


Cejna Jinê - 2

Gelî heval û xuþka sed silav
Bo cejna jinê demsalî hergav
Em mûm û çirê, vêxin Adarê
Yek jê pîrozî yadî deyn û maf

Ev cejn mehdere dijî stema bav
Serketina duh xebata berçav
Çendî zor û zar, xwarin bê jimar
Bo mirovantî ked nare ber-av

Azad û serbest têkeve welat
Wekhevî hebe pêþ dere xebat
Kesîti ya da, rengê xwe veda
Serbilind be ey giyana civat

Hizrê paþvero ew e'rf û a'det
Têkiliyên ol jibîr neke qet
Bi nîrê ole.. me xwe kir kole
Kêm hiþ û eqil dunya diyanet

Du behr bi yekî navbera bira
Qe ne dêye ew xuh û keç birra
Ew jin hevpare, him alîkare
Nîvê mine jin, here kû dira ?

Perwerda mezin li mal û civat
Çi zar û nevî, çi kar û xebat
Mil bi mil dike, gilyê xwe nake
Ger mêr kaniye jin gola bin lat

Hindekin ev xêz bo rîzgar be jin
Silav dîgarin bo pîroz be cejn
Dê û xuh û keç, diyarin sed maç
Sal bi sal newroz, pîrozî bêjin

Da doza jinê nû bikin hercar
Çiko rola pak çi li mal û þar
Milê rast piye, ça reþ û spiye..?
Resn reh û xwîn li hev nekin bar

Silav dîgarin bo yara dilêr
Silav du parin sed gul û þilêr...

09. 03. 2006


* Ciwanê ABDAL *

Ciw@nê ABDAL

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg