Helbesta, Ciwanê Abndal : Þînwarê Yarê Þînwarê Yarê Çend xweþe girîn bi bîranîna yarê Ku biponijim ser kavil û þîn-warê Hey lêvên birînan bêjin ser dem û rewþ Kul û xem pir xwarin ji bo evîndarê Em herdû li yek þaxê me xuncên xwe da Dipijivîn bi bayê li serê me dida Lê mixabin , nizanî bûn çerxa felek Çi ji mer veþartî , ser û bin li hev da Mijûlim piþtî dûr çûna wê .. d’ ramîne Dinêrim , rondik çav dîna dixummîne Perda ber dide xwar , ser rêbûrên berê Stêrin vemirt û heyvin þewtî dimîne Ger derman barîna hêsirê germ û sar Çikûs nakim , girîn sûde nake azar Ger fûrîn rondikên bêrîkirina pêþ Min got : qe barane , jibîr þînhatî jar Hey .. hê , çendî xweþ bû þeva tevî tirsê Gava derbasbûm cem , bê kes pê bihisê Tenê heyv-cardeh avêtî bû l’ wê rastê Tarî palda bû , çarka xwe berda ser sê Deng û vedeng lev herbilî , rabû ji xew Got : haho ji te , te çî ye li vir .. bi saw Dûr here , nabîne derdora me kîne Zû her berî hevre bibînin û bên daw Kes min nebîne .. tê min bi hetikîne ? Ne peyvek û dido , ya pêþ em guþtîne ?! Çav li serê yarê dilîze çep û rast Li ronî tava tarîkê dibirqîne .. Ahinga mine , dem li min bani ya ye Got’m : dimînim lew jêbe serî xuya ye Ta bistînim geþt û para ji maça ye J’ her lêv û dêma, yek-dido û sisyaye Yara bedew : tiþtek bê hawe’m nekirî Ev mafê min û teye , ne þerme kirî Ger ev þerme .. û tu nadî min geþtekê Bi xeyd dûr herî , evînê j’ dil min derî Baþqe ke evîna xwe j’ kom evîna min Xwe cudake , çimkî dijware vîna min Pir rêl û kaþûn derbaskir tev çav-nêra Ta bighêjim topraxa , vê civîna min Kêlîkê ,dem rawesta .. dirêj bû nav me Aþt zîvirî , bihna gulav fûrî j’ dev me Got : tu zane .. ejî pir hezkim lê nabêj’m Te divêm her bîsk û gav, yeke ew lav me Çend bedewe yarê , hat guhert bibû aþt Çav çirisî , l’ lêv çilp xunav biriqî paþt Tilî nerm , zirav û dirêj .. can þiyatok Memik sêvê hildayî ,hinna por qelaþt Por reþ-tarî , lêv-dêm gezo ,çav þînkayî Sîng sipî û bel , newq vala, çîp badayî Stêr - þevê diçirise , yar heyva wê ye Tevî þîn û þahî , m’n çira xwe vedayî Waw.. çi þewq hila , ma ne ji bejna yare Tirsam xuya bin , ew can sipî û gewre Sîng û stû tev morîk û pelik tê himêz Maç kirim dev bi gez, him naperûþk pêre Ta li sîngê peland , qetand gerdenê qep Lib-libo morîk b’ dest û tilî ve hat rep Navbera cil û memik û por herbilî Hayî û har kir, zêde kim kêfa lêv û lep . Ciwanê AbdalCiw@nê ABDALhttp://www.pdk-xoybun.com |