Helbesta, Ciwanê Abdal : KESER KESER Ey keserên minî taybet Kengî hûnê ji min bipijivin..?! Qe ji kevrê arbeþkê hilpekiyane An ji qefala payizê hilperikîne Ji ber dîwarê bendewariya Dereng zayîne, Ey keserên biçûk û mezin tev Tev hêsir û azarên sar û germ, Bi rengê aþtî-xwaziyên pîrozî Hûn cotek kevok difirînin, Di kêlîkekê de dibin baran Û li zeviyê yarê dibarin havîngeh, Di kêlîkekê de dibin berf Û li gasîna yaro dibarin rondik Ey keserên þêrîn çi sert û çi nerm Mêvanê xewnên minî nîvco Yên dawiya þevê têne serdan.. Qene hûn jî ji minin.. An hûn diyarîne ji yarê An beravêtiyê soz û pêrgîbûnê ne Ji hezar hêvî û omîda rijî keliyane, Ji berê de, Li dilê hercarî dimeyan Û ji evîna dilbijokî diqijilîn, Ey keserên bûne perçak ji min Siwarbin.. li gemiya xwe siwarbin Û hevsarê demê biser min'de berdin. Ciwanê Abdalhttp://www.pdk-xoybun.com |