Helbesta, Ciwanê Abdal : TÊRBÛN TÊRBÛN Giyanê min tev miþt soz û gulin Maç û gotin û simbilin, Avise bîlan û biyebana min Îro û sibe ji do û pêr û herro, Mixabin.. têr nabe ev dil ji xwe Têr nabe ji mirç-ramûsanêd tovî, .. Li ser ava qermiçandî Di quntaxa kêlîka xwe de tiye, Û dev di pêsîra rokê de tariye, Û di kaniya berfa dipijive Ji aþtiya sipî taziye, Haho yarê .. têrbûna min tuneye Qe çi dêwim ez An evîn bi xwe dêwe ji xwe, Çawa agirê findê vedimire, vêdikeve Çawa havîn li zevî dixîne ku hiþkbike Piþtî buhurtina payizê Þîn kat-dibe li deþt û buhara, Haho, Çawa ne-têrî çêdibe li dilê tolaz Li dîwar û zevî û destê silavê Li kevir û þitil û awirê çava , Qe stranek xweþe ev jîn û jiyan Qe stranek geþe ev vîn û viyan, Jiber têr nabe ev dil ji xwe û birçî ye Têr nabe ji ramûsanêd xuristî.. Ciwanê Abdalhttp://www.pdk-xoybun.com |