Xizan Þîlan : KESERAN VEDÝXWÝMKESERAN VEDÝXWÝMdi dirindeya daristana giyanê min de veþarti xem û xeyalên bizdonek li tenetiya þevan tên pêþwazîya min di bêhntengiya xwe de têm guvaþtin mij û dûmana erjeng deþta mêjiyê min girti ye aramî û hêviyên min li talana jiyanê dîl hatin girt in min bêçaretiya keþtiyê ber bi kersaxa asîmanê xwe ve zivirand berê xwe ber bi qibleya laleþ ve diguhêrim li þevereþên þilf û tazî rondikên çavên Dilberê diniqutin dilê min yê birîndar nîgara Dilberê li pêþangeha bêxewiyê radizênim þewqa finda melûl di helbesta xwe ya nîvco mayî de direqisînim kolanên hinavên min toza bîranînan vediþêre roj li neçariya xwe di dilê min de winda dibe li vî bajarê xopan pelên salnameyan di kîn û nefreta xwe de diweþin xwarê dengê kemana dilþewat di asoyê çavên min de govendê digerî ne stêra dilê min rondikên xeman dibarî ne bi lêvên serxweþ pêsîrên hestên tawanbariyê dimijim bi piyalan ax û keseran vedixwim li kortalên tenetiya min þevereþan di mestbûna xwe de kevzgirti ne qalikê jiyana kavilbûyî bi neynokên giyana xwe diqeþirînim ji raperîna pêlên kambax difilitim li nav baskên bayê reþ werdibim ji temendirêjiya xwe digirîm ji rapêçana mirina bêwext re li daholê dixim çend caran di xwe de hatim kuþtin û zindî bûm ? Stockholm, 14. 03. 2006 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |