PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Salîh Kobanî : Jibo bîranîna þêxê þehîdan Maþûq Xiznewî



Jibo bîranîna þêxê þehîdan Maþûq Xiznewî

Berî du salan li ser gora þehîd Ferhad Sebrî, ji þehîdên 12ê Adarê re þêxê þehîdan Maþûqê Xiznewî, ji zengiloka xwe ya birîn diqîriya û digot : " em tevde tewanbarê þehîbûna we ne, destê me tevan di xwîna we de ye ! ".
Katjimêr ne wesiya… katjimêrê karê weke caran berdewam dikir..

Qet bawer nedikir, rojek wê bê… wê rê tevlihev bibin, ji hev beþ bibin, û çaterê li hev þaþ bibin, û wê gavê.. têne wê gavê katjimêr wê bê xapandin.

Bi lez û bez … bi tîrêjên awirê Te, bi tîrêjên aramiya aso… bi tîrêjên rojê yên ku siya gavên Te dirêjtir dikirin.. û siya Te ne diwestiya !

Bi wan tîrêjan, û bi himhima dengê tayên zengiloka Te,
Tovê zemîna hêviyên nû dihatine raweþandin.
Tovê zemîna hêviyên nû dihatine çandin.
Tovê zemîna hêviyên nû dihatine meyandin… þêxê min.
Ma ne emjî tewanbarê koçkirina Te ne !

Emjî beþdarê rawestandina katjimêra jiyana ko Te biryara xwe dabû bibê milkê sêwiyan, milkê bê milkan, bêwar û bê þar û bê sînor bê peyam, û bê pêþroj û bê ken, û bê kirasan.. milkê me bê kirasan !

Çawa me nikaribû milkê xwe biparêzin ji talanê, ji þewatê, ji jarê, ji maran û dûpiþkan, ji mîkroban, ji hêzên tarî, û ji tariyê.

Em tevde tewanbarê þehîdbûna Te ne !

Þêxê þehîdan.. ma kê dikaribû sînga koçka Te bigirta,
Ma kî dikare sînga koçka Te bigre !
Kî dikare nêzîkî sînorên sama çiyayên Te bibe, kî dikare ?

Çi dayik bû ko Tu anî, bi çi þîrî Tu mêjandî,
Çawa telên bejna Te wiha bilind kirin.. çawa ?

Þêxê min !
Min yekser naskir kîbûn ew destên nepak ko jiyana Te ji me dizîn.
Ew destên ko jiyana þêx Seîd jî dizîn,
Jiyana þêx Mehûdê Berzencî,
Jiyana Qazî Mimemed û hevalên wî,
Jiyana Qasimlo û Þerefkendî,
Jiyana heþt hezar Barzanî, jiyana þehîdên enfal û Helebce,
Jiyana þehîdên bakurê dil, baþûrê dil, rojhelatê dil,
Û jiyana þehîdên rojavayê dil.
Lê aram binive……. Vaye roja me hiltê û roja wan darê ava.

25. 05. 2006


Salîh Kobanî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg