Urmîye GulistaneUrmîye GulistaneBaxek bi rih û cane hûn werne gulistanê Baxê vê tejî sêvin sêvê vê xelatîne Dê bikne xelatê we hûn werne gulistanê Mêr û jinê vê vêkra horîyê bihiþtîne Þerbet bi Milan tîne hûn werne gulistanê Gundê vê wekî mexmer bajar bi neynûke Pir dîmen û pir xoþe hûn werne gulistanê Urmîye wekî bûke bûkek newekî bûka Mehtê çi kem ez kême?hûn werne gulistanê Sed renga ditevzîne hem sor û zer û þîne Rengan de dixemlîne hûn werne gulistanê Zozanê vê rengînin befravê vê þîrînin Þîrîne welatê me hûn werne gulistanê Mêvan diketin rojê singê xwe çiyayê pan Roj tê dikewe nav me hûn werne gulistanê Sed deste kesê mêvan hatin bi gulistanê Dîtin bi du çavê xwe hûn werne gulistanê Bînin hinira þêran hûn bidne gulistanê Þêrin li cihanê de hûn werne gulistanê Lêvava birûnin hûn seyid re bibên ehsen Kêm gut ji mala me hûn werne gulistanê Helbest : Xezel Wezn : Mefoûl Mefaiîlon Mefoûl Mefaiîlon Behr : Hezec Mosemen Exreb Rojhilatê Kurdistan Senendec, 25. 05. 2006 Seyid Feysel Mojtevîhttp://www.pdk-xoybun.com |