Dayîkê DayîkêHû Dayî kê rebenê dilovan.Cihê te geþe dinav Dilan da. Navê te rengî ne li Cîhanê. Kesek nîne, bêy te hat bîte Dinê. Ji Þekirê þirîntirê ji Zêrî bihatirê. Hebona te, hebun û pêþveçona meye. Nexoþî, zehmet û îza te, bi mera birî. Li hîç wextekê naçît bîrê. Tena binve dayîkê, hindî em hene. Xizmet kirina te, erkê ser milê me ye. Amadeyîne bi bîn, ax bu te bixemlîn. Bawer bike Dayê, hizreta min dîtina te ye. Perîþanim bê xodanim, kesim nîye. Li kolanên Ewropa da, xodan cakek nîne. Min bêrîya axiftinên Dayî kan kirîye. Ka ew roj, kengî dê li min helêteve, Bibêjim Dayîkê, li min bêhêt vegerandin, Daygorî çîye ? Ax û sed caran li min ax, bû dîtina yek çirkeya dîtira, Her duk çavan û ciwanî û xemla te Dayîkê. Ne, ne Dayîkê gîyan bi Xodê mezin hindî heme, Gorî kerrê helalîya þîrê te me, Dayîkê negirî ax negrî, rojek dê hêt. Li Welatê me, bi yeksanî, dê jîyan peyda bît. Dê vegerîne ve bu Welatê Bab û Bapîran, Em sipasdar û hun serferaz. Lê bi tenê min maye bê jim, Dayîka minê dilovanê. Çavên te li xoþk û birayên min. Li min wer bigre evan peyvan, Derbirînin ji heuna te bu me Kurdan. Li dawyê min, hene silav û rêz. Köln, 01. 12 . 2003 Armanc Egîd Nêrweyî Armanc Egîd Nêrweyîhttp://www.pdk-xoybun.com |