PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



WERE BÎNAHIYA ÇAVAN





WERE BÎNAHIYA ÇAVAN

Were, bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,
Zerîfê nazikî þengê,
Sifet horiyê, perî rengê,
Bi rojêra tu hevdengî,
Du reþtozên siyah rengî,
Kiþandin, lê ne wek caran,
Xedengê qewsê nûbaran,
Ji rengê þîr û mukaran,
Wesand sîne wek baran,
Ji wê zerbê pir êþanim,
Sibah li xêr ya xanim,
Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,

Veke carek xet û xalan,
Li ser van mestned û palan,
Bixûne, lê me ebdelan,
Bibînin eyd û sersalan,
Îcazet de me destûrî,
Perî rengê, sifet horî,
Ji nîva zulmet û nûrî,
Binûþin mey di ferfûrî,
Ji dil talanê xalanim,
Sibah li xêr ya xanim,
Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê.


Melayê Cizîrî


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !