PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gotina Nûnerê Partiya Azadî Di Konfiransê Waþintonê de Di Hundirê Kongirêsê Amrîka de. ( 12 û 13. 03. 2006 )



Gotina Nûnerê Partiya Azadî Di Konfiransê Waþintonê de Di Hundirê Kongirêsê Amrîka de. ( 12 û 13. 03. 2006 )

Partiya Azadî Kurdî li Sûryê ( Kudisk Azadî Partî i Syiria )

Waþinton, 12 û 13. 03. 2006 — Gelî xwiþk û bira, partiyên siyasî, mêhvanên hêja, silavên biratî û dostanî li webin, biteybetî li nûnerên Emrîkî û Kurdê me yen rojava amadekarên vî konferancî.

Miletê kurd yek ji wan miletên Arî Hind û europî kevnare ye ku li ser xaka xwe ya mejûyî Kurdistan dijî û ji van êlan pektê LORÎ, HÛRÎ, MÎTANÎ, MÎDÎ, MANÎ, ORARTO, KÛTÎ.

Berî 2500 salan gelek Imperatorî û memleketen kurdan hebûn, wek Imperatoriya Mîdya 612 sal berî zayîne hetanî dewleta Dostkî, Shdadî, Eyûbî.

Êrîþên Mexol û Silcûqîyan û her weha vekirinên islamî liser Kurdistanê hatine kirin, talanî û xerabî û tede kirin, û kurdistan pasmayî histin.

Rûbere Kurdistanê 500,000 km çargoþe, û xelken we zedeyî 40 milionî hene.

Sala 1514 Z, di þerê caldîran de cara yekê bû Kurdistan bû du bes dinav Othmanî ( Baþûr û Bakur û rojavayî kurdistanê ) û Sefewîyan ( Kurdistana Rojhilat ) de.

Duem dabeþkirina Kurdistanê dinav Syria, Iraq, Tyrkia, Iran de piþtî peymanên þerê cihanî yekem, û peymana Saikspiko di sala1916 ande.

Jiwê demê ve kurd dibin deste dagirkeran dijî, tevli ku navê kurdan di gelek peymanan de hatibû danîn wek ( Bitrsborg.. Saikspiko.. Sanrimo.. Sivir.. Lozan.. Seedabad.. Sinto.. Nato.. Cezair ). Lê mixabin kesî ji dewleten dunyayê û neji yên heremê bere xwe nedan kurdan û liwan nebûn xwedî jibo ku ewjî wek miletên dunyayê bi mafê xwe yê çarenû þadbibe û jibin nîrê stemê derkevê.

Kurd duem mezintirïn neteweye li Suryê, jimara wî zedeyî 3 milionan heye, 15% ji jimara giþtî ya xeløkên Sûryê. Rûberê kurdistana Rojava 20,000km çargoþe ji Hisiça hatanî çiyayê Kurda.

Sedê salayi kurd liser vê axa xwe ya mejûyî dijîn, berî û pþitî dewleta Mîtanî ku paytexte wê Washokanî ( serê kanîyê) lewre em dibînin kurd hevparê vî welatî ye.

Kurdan rolek netewî û þoresgerî di diroka Sûryê de pêkanîn dijî dagikerên Ferensî, nimûne Diyare Topê..Serhildana Beyandûr û hetanî hin þoresên mezin wek þoreþa çiyayê aniskê ji alî Qrehremanê kurd Ibrahîm Henano ku li dijî Ferensîya serkir.

Herweha rolek mezin di dema dewleta Eyûbî de kirin, piþtre bûne serok komar, û hetanî dewleta Sûrî ya taze ji ku Kurd tede ketne wezaret û perleman, hêzên leþkerîde.

Di 1961ê de regima Sûrî Sînema amûde sewitandin û tede bidehan zarokên dibistanan canê xwe winda kirin.

Di 1962 an de, diserjimartina awarte de, li Hisica de, hemwelatîya Sûrî ji hezarên kurdan hate kiþandin, iro jimara wan dighê 300,000. Di1993 Zindana Hisica þewitandin ku tede zedeyî 60 kesî canê xwe winda kir.

Di 1973 an de kembera Erbî bidirêjayîya 375 km û ferehbûna ji 10 heta 15 km, li kurdan pêcan û Ereb ji dora bajarê Reqayê anîne devera kurdanû siyaseta bierebkirinê û guhrerandina dimografî pêk anî dijî kurdan.

41 Niþtecih ji ereban re avakirin di herêma kurdî de. Navê gunda guherandin, nevê kesan guherandin, xwendevan û karker ji kar û xwendegihan avêtin, bisedemê (( biv liser ewlekarîya dewletê))

Di 2004 an de, di serhildana 12 ê adarê de, bihezaran kurd avêtin zindanan, bidehan þehidbûn û bisedan birîndarbûn, hest kes dibin îskencê de mirin, û hinek jiwan bi nexweþîyên sykologî û daîmî ketine. Ji alîkî din ve regima Sûrî piþtgêrîya terorê dikê li Iraq, libnan û Felestinê.

Ev hin piroseyên þovînî ne ku endazyarê wan yên wek M.Teleb Alhilal û Mishêl Efleq. ku dixwazin kurdan tune bikin.

Amadevanên Berêz :
Qeyrana gistî ku îro Sûryê tede dijî, nemaze piþtî bazdana Ebulhelim Xedam, hin erkên nþitiman perwerî û netwî liser milê me kurd, Ereb û Aþûrî û kêmneteweyên din di Sû ryê datînê, em riya rezgarîyê di van xalan de dibînin :

1 - Danîna programek zelal bo guhertina demokratî ji aliyên hemû saziyên siyasî, civakî, rewþenbîrî ku bahweriyê bi guherandinê tînin, û têde kurd wek duem netewe di Sûryê de werê naskirin û garantibûna mafê wî yên netewî, siyasî û çandî di destûra Sûrî ya peserojêde. û garantiya mafên demokratî yên kemneteweyên din j.

2 - Hilbijartinên giþtî û Azad, dijiêr cavdêrîya dayîkên yekgirtîde.

3 - Hilanîna ysaya Rewþa Awarte, kembera erebî, serjimartina awarte, dadên Irfî û hemû merasîmên þovinî, û azadkirina hemû girtîyên siyasî.

4 - Behwerî bi taqetên miletê Sûrî û herweha sudgirtin ji hêzên azdîxwaz û demokrati yên Cihanî û Herêmî.

5 - Rênedan bo alternatîvên Ayînî, Taifî bo serkêþiya guherandina demokratî, jiber ku wê bibê sedemên nakokîyên dijwar di pêþerojê de (( wek niha li Iraqê ))

6 - Hiþyarbûn bo wan sînaryoên dibin perdên reþde çêdibin, ku dibêjin, Qeyran li Sûryê tenê Partîya Bethe, û kilîta careserîyê dideste Serokê Sûriyê deye. Nexêr ev neraste jiber ku rêgima Sûryê di hemû warên jiyanê de diktatorî û sovînîye, û herweha berpirsyarbûna yasayî, siyasî û talanbûna wealat dikevê sukra rêgimê ku welat birêve dibê.

7 - Mukurbûna hêzên erebî bhebûna kurd ya mejûyî liser xaka wî (( Kurdistan )) û tekezkirina mafê wi yê rewayî carenûs, liser bingiha hevgirtina arezûmend û azad.

8 - Piþtgêrîya proseya azadî û demokratî ya cihanî, û regirtin liber terror, li hemû dinya, jiber ku teror li Nyoyork yan li kurdistan yan li Sûryê ,her terore û her yek armenca wê heye ku (( astî û aramî lidunyayê cênebê )).

Berêzan lewre em dibînin ku îro pewistîyek pir girng bi hevgirtina hemû hêzê demokratî Erebî kurdî li sûryê hêye, jibo peþvebirina proseya guherandina demokratî dî Sûryê de. Lewre jî em dewe li Hikûmet Perlemanê Emrîkî dikin ku piþtgêrîya kurdên rojava bikê û pirsa wan wek pirsek siyasî ya miletekî girêdayî xaka xwe bibînê , ne tene wek kêsek mirovatî.

Di dawî de em binavê partiya xwe bangî hemû hezên siyasî kurdî dikin ku refên xwe nezîk hevdû bikin, û nakokîyên navxweî jibîrbikin, hevdû qebûl bikn, rêz bo hev bigrin bercewendiya gel û nistiman bixne pêþ hemû bercewendiyên kesayetî û rexistinî, û herweha wan xetên sor yan muhrên reþ jipê cavên hevdû hilînin, her weha bangek teybetî bo hezên çep bahwermend bi dibistana 5 ê tebaxê ku bizûtirîn wext de yekbigrin, Da em henû bihevre miletê xwe bighinin qraxê asti û azadîyê.

Her Bijî Kurd.
Her Bijî Kurdistan.


partiya azadî kurdî li Sûryê
(( Komîta Europa ))


Partiya Azadî Kurdî li Sûryê ( Kudisk Azadî Partî i Syiria )

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf