PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þêrkoh Hopo : SÛRYA BÝNGEHA EREBPERESTÎ Û TÝRSÊ



Pêlê Wêneyê Birêz Þêrkoh Hopo bikin.

SÛRYA BÝNGEHA EREBPERESTÎ Û TÝRSÊ

Stokholm - Swêd, 27. 03. 2006 — Cemal Ebdilnnaser bi Îdeolojî ya hestperestiya þofînî û diktatorî ya xweya Erebîy ku ramanên azad û pirnetew û çand û partiyên kone qedexekiri bû. Yekemîn serok doza yekîtiya hêz û hevgirtina welatên Erbeb kir û li dijî Îsraîl ji bo serxwebûna Felestîn dengveda. Nemaze piþtî ku Qenat Swês ji dest Frensa û Berîtanya Mezin derxist û wek dibêjin di cenga Sê Dijminayî ya liser Misrê di1956ande biserket.

Eger çendî di ewan armancande durust bû û pêkhatin an na ? Her ewî bi evî awayî hestê þovenistî û nijadperestiya Erebî vejand, xurt û dijwar û gurkir. Li gel diktatoriyê, xurûþ û gumînek li koneya cîhanî xist û dîwarê herêmê hejand û derizand û kaxezêd koneyîy bêçare tev li hev kir.

Rewþ û wêneyekî Erebperestî da herêma Rojhilata Navîn, û bû sûnd û þanazî û serbilindî û sîmbola hemû Ereban, yên ku bi evê dîmagojî û gurkirina hestê nijad perest kêrbûn helbet Sûrya bû. Çunkî rûxandinên rêjîmêy li pêhev her ji demekê û pîlanêd dijminayîya serengînan berdewam bûn û ewan kesan ji qelsî û hejariya koneyî û berjewendiya ezîtî nikarîbûn rêberiya welêt berdewam bikin, an bispêrin hev lewra Welat li ser mersefa Zêrîn dan destê Cemal û Ew bêhtir mezin û payedar kirin.

Zekemîn hevgirtina netewî di welatên Erebde dinavbera Sûrya û Mesr di 22. 02.1958 - 28. 09.1961 de bi navê ( Komara Erebîy Hevgirtî ) ava bû. Ji koraniya nijadperestî û serxweçûna Cemal Ebdilnnaser û stemawî ya bê sînor ew hevgirtin berdewam nekir. Çunkî ne li ser bingehên behwerî û cigersoziyê bû. Li ser bingehê fort û pesn û hêz xuyakirina lidij miletan û welatên herêmê û dijminiya Kurd û Israîl bû. Lewra ji ewê demêde ku navê Ereb tête gotin wêneyê Sûrya û Mesr tête ber çavan.

Hêjî nimûne di herêmên Kurdîde hene wek ( pez û bizin qaçaxbûn û ji stema Cemal Ebdilnnaser av di bîrande çikyabûn ).

Partiya Baas, ji damezirandina xwe de bi îdeolojîya Ereb perestî hewl daye ku xebatê bike û cihê xwe dinav gelde çêke û gel bi ramana nijad perestî perwerde bike û li dij her kesên demokrat rawestîya ye...

Piþtî têkçûna Komara Erebîya Hevgirtî çeteyên Partiya Baas ku Ebdilnnaser hebûna Partiyan bi tevayî û ya wan bi taybetî qedexe kiri bû. Derfet bestxwe girtin û bi êrîþeke rûxandinê desthelata Sûrî leyandin û dagîrkirin. Di 08. 03. 1963 de û pey her kesên welatperwer û demokrat xwaz ketin û avêtin zindanan. Wan bi iþkence û kuþtin û sergûnê de, nemaze rûxandina 1970 bi rêberya Diktator Hafiz El Esed ku her kar û xebata koneyî, çandî û civakî, paydos, têkelî û kombûn, nêrîn û raman qedexekiri bû û hebûna xwe û Baas û Erebtî bi Sûryave girêda. Ango Sûrya Esed û Baase û Esed û Baas Sûryaye, wesa yasaya welêt guherandin li gor berjewendiya tenhatiya xwe ya di dest jelatêde bi rêberitiya Baas, di yasaya 1973de bû jeya 8an di bêje Partiya Baasa Erebiya Sosyalîst ewe.

Partiya ku serengiya civak û welêt û rêberya Bereya perwerîya pêþverû ji bo pêkanîna armancên gelê Ereb dike. Herweha sazmanên wek Ciwanên þoreþê, sedîkayên karker û cotkaran avakirin, ra sendîkayên bijîþk û bervedêran kirin gorî rêjîm û berjewendiya xwe û dezgehên ewlekariyê pir kirin û kirin dar li ser serê gelên Sûrî. Baas kirin dibistan di Sûrîde, gel li ser evê dîmagojya Efleqiya nijad perest û þofênî û berjewendiya ezîtî perwerde kirin û ew îdîolojîya Cemal Ebdinnaser ligel nêrîn û ramanêd xwe yê þofînî û nijad perest di Sûrya de çesipandin û berdewam kirin û kirin rêbaza xwendinê di Dibistanêd bingehîn, bilind û zanîngehande, êrîþ dan ser netewa Kurd û rewþ û navê nokrên derve û Îsraîlên dûwem bi Kurdanve kirin û zeliqandin.

Nemaze bavê netewa Kurd Mistefa Barzanîyê nemir, li Sûrya cenga derûnî û tirs kerî û Erebkirina dîmografya herêmê û tawankariya perçe kirina welêt bi zindan û iþkenc û li Îraq cenga bi hesin û agir û çekên Kîmyawî û enfalan... Her weha bi evî þêweyî gelê Ereb li dervey Sûrya û Îraq bi dijminayîya Kurdan perwerde kirin. Û boþelana gotarên Ereb perestan der bûn li dij gelê Kurd û Îsraîl di êzgeh û ragehanên Erebîy cûrbe, cûrde û nivîskarên pirtûkan xwe ji dijminiya gelê Kurd bêpar nehiþtin û nikarîbûn Faþistî û þovenistiya xwe veþêrin... Mîna M - Teleb Hilal û projek tawî, lewra mirov dikare bibêje ku gelê Sûrî li ser bingehê Baas û Ereb perstî û nijad perestî yê perwerde kirin li gel ku rêberên Baas di jî wara çesipandina ramanên xwede va jî wesa bûn... Ango ew armanc û sîmbola ( Gelê Ereb Yekin bi Yek Nama Sermedin ) ti kar û xebat jêre nekirin. Tenha propaganda bû, û wesa dikarîbûn mejuyê Erebên kawik bixapînin ne tenha li Sûryê balam Erebên her welatên din jî wesa. Li gel ku di paþ perdande peyman li gel Îsarîl emze kiribûn ku ti tengasî ji Îsarîlre ji hêla sînorê Sûryê çênebin û wesa nema doza Golan dikirin û ne li dijî wan di cengêde bûn û ne jî doza Iskenderonê li Tirkyê kirine û ne yekîtî an hevgirtin li gel welatekî Ereb girêdane li gel ku li Sûrya û Îraq Baas fermandar bû û herû her dijminêd hev bûn û her dû ejnûbûn ji Tirkye û Israîlre.

Bi evê koneya xapandin û tirsa hêzên ewlekaryê bi darê zorê cihê xwe di mejeyê herkesên Ereb de çêkirin. Bi vî awayî em dibînin ku Erebên Sûrî bi ramana Baas ( ango Baasiyêd ne Baasîne ) ti rêxistin û Partiyên koneyî yên hevrik ên rêjîmê ji bil Birayên Misulman ( Ixwan El Muslimîn ) li Sûrî ser hilnedane û eþkere li dij rêjîma Diktator Esed û Baasa Faþist ne rawestyane hemû bêcudayî li gel Tevgêra Kurdî her serfirû û ejnû û stûxwar mane. Eger kesin hebûn an hebin her ew jî mirov dikare bi bêje sernixûm û tirsonek bûn û serê cigersozan zû bi þûrê qinarbazên Baas dihate birîn.

Ne tenha ew balam partiyên wek Komonist jî bi rêberiya Xalid Begdaþ ku binijadê xwe Kurde wesa îdeoloji ya xwe ya bingehîn û xudawend ( Komonistî ) avêt û gemsar kir. Di gotarên xwe de dibêje em gelên Ereb û piþtgiriya netewa Kurd nekiriye û hebûna wan nepejirandiye. Di evan demên dawîde ku êrîþa cîhanê li ser serê rêjîma Baasa Efleqî li dar ketiye û xurt bû ye ji Ereb û Bassiyan bêhtir piþtgirî û berevaniya rêjîma Baasa Faþist û diktatordikin, û Komunîstê kevin û Faþistê Erebê þaristanî Riyad Turk ku ji Ataturk û Erebperestan nijad perest' tir bû ye. Di bêje navim ti kes nexþeya Kurdistan hilgire û bête nikmin û hebûna gelê Kurd hîç napejirîne û Heysem Elmaleh serokê Komeleya Mafê Mirovan ji bil mafê mirovayetyê ji Kurdanre nabîne... Ew jî wek rêjîma Baas Kurdan netewekî serbixwe nabîne û rêxistinên kurd nijadperest dibîne, lidijî hebûn û mafê gelê Kurd di Sûryade radiwestin û ti hebûna wan ya netewî li ser xakaway dîrokî napejirînin ji bil mafê hevwelatyê û ew piþtgiriya way mafê mirovayetî jî di be ku ji þerma ( Dinya yê be ), Bi tevayî hemû hevrikên rêjîmê naxwazin rêjîma Faþist bikeve balam ewjî dixwazin rolekê di rêjîmêde bilîzin.

Lewra tikes ji wan ne tenha doza qedexekirina Partiya Baasa Þofînî nakin balam hemû piþtgiriya hebûna wê dikin. Eger rêjîm rê ji wanre veke dê ew perdeya siyah ji ser rûyê wan zuþt bête hilanîn û rastî û dehayaway Faþist bêhtir bête diyar kirin. Ji bo nimûne ew sînorê axaftin û nêrîn û xebata ku rêjîma Baas ji wanre daniye bixwe ew li ser xwe dipejirînin û di çesipînin. Lewra ne seyre ku em di Sûryade ji 18 Milyonan çend kesên mirovperwer û Demokrat xwaz û piþtgîrêd mafê miletan nebînin, ev yên ku hene û hevrikên rêjîmê diyar bû ne. Her ew jî ti maf û serbixwetiya gelê Kurd û netewêndî napejirînin û hemû Faþist û piþtgîrêd Erebtiyêne bêhtir ji çeteyên Baas.

Tevgêra Kurd jî wesa serîhilnedan li hember hovitya biryar û projektên þovenistiya rêjîmê herûher daketine serçogan. Hemû biryar li ser xwe pejirandin û xebata xwe hiþtin di xelekeke teng û bêkêrde û gotarên xwey koneyî di nav xwede veþartî hiþtin û ew sînorê sor derbas nekirin ku xwe bi gelên Sûrî û cîhanêre bidin nasîn û hîç rêjîm þermezar û cerûs nekirin û hewl nedan ku çarenûsa gel û netewa xwe ji Sûrî cuda bikin û xwe nedan diyarkirin ku miletekî dibin destê Sûrîde ne û Sûrya perçak ji Kurdistanê dagîrkiriye,

Li gor nêrîna way ku nabêjin û binav nakin Kurd ne hêjayê welatekî serbixwene an hêjayê ku herdem dibindestê nijadperestan de bijîn û piþtgiriya Felestîn û serbixwetiya wan û dijîtiya Îsraîl û kolonyalîtiyê di cîhanêde kirine û mafê ku ji her miletên bindest û Felesîniyanre doz kirine. Hîç wesa j ixwere nabînin û doznekirine, heweha rêjîmê çikir û ji wanre çû serî, lewra ewê jî çavê xwe ji xebata wan girtin, çunkî naskirin ku tikes xwedyê gelê Kurd tineye û ev partiyana an rêberêd wanin ne xwedîyê doza netewîne. Tenha dixwazin mîna Axan rêberiye kê bikin ger bi çi hawîbe ya giring ewe ku nêzîkî rêjîmê nebin. Lewra herêm dan ber Erebkirinê û qadên Kurdan ji wan standin û mîna Îsraîl arkincî ji Erebanre ava kirin û navên gund û bajaran guherandin û her gotina bi Kurdîve girêdayî qedexe kirin û dîroka kevnariya herêmê sextekirin û kesên Kurd Perwer hatin berdan ji kar û xwendin û her dezgehan.

Di evan salên dawîde ku berê Kurdan kete Ewropa û bûn penaber û cihêd xwe li welatê xwey nuh girtin bi hestê Kurdewarî derfeta Demokratî û azadiya Ewropî bi destê xwe girtin û çalakiyên cuda di meydana Eropîde kirin. Bi Semîner û xwe pêþandan û li dergehê Perleman û balyozxaneyê hemû welatan dan û daxwazêd xwey netewî dan nasîn. Dîsa jî ne li gor raman û nêrîn û daxwazêd rêberên tevgêrê bûn û hewl dan ku destê xwey tirsonek û çepel bixne hust û qirka penaberên cigersoz û pêvajoya xebatawan li her derê rawestînin da rêjîma þovesnîsta Sûrî ji wan razîbin, rêjîma Faþist û þovenîst pîlan kiri bû ku gelê Kurd mîna Kurdistana rizagar û azad neramin û wan daxînin serçogan. Berxwedan û serhildana þêr û lehengên12ê Avdara pîroz ku ji Qamiþlo çirûsk veda û pêtawê li her bajaran pêket û peykerê Diktator Hafiz El Esed li bajarê Amûdê hatexwar û wêran kirin bêhtir hestê Kurdên cigersozên penaber hejand û hevsarê hustê penaberên endamên Partiyan ji destê rêberan derxistin û Ala Rengîn û sîmbolên Bijî Kurdistan, azadî û serxwebûn ji bo gelê gelê Kurdên bin destê Sûrî û mirin ji bo rêjîma Baasa Faþista Efleqî berdewam bûn û dezgeh û ragehanên cîhanê û Perlemanê Ewropî li ser kêþa gelê Kurd û stem û þovenistiya dagîrkeran û çareser kirina wê bi awayên Demokratî rawestiyan û guftûgo kirin. Semîner û Kunger li ser kêþeya Kurdistana bindestê Sûrî li dar ketin û hê jî berdewamin.

Çeteyên Partiya Baas piþtî ku têr ji xwîna gel vexwarin û aborya welêt talan kirin her yek dixwaze desethelatê bi rengekî nûjen bileyîne û dîsa gel bixapîne da bi hêsanî layangir û piþtgîr û peyêd xwe li dora xwe bicivîne. Her weha armanc û bernamê hemûyan her di riya îdeolojîya Baasde ye ku ti kes ji wan li ser gelþeya pir netew di hundirê welêtde nerawestî ya ye ji bil mafên mirovayetî û demokratî û pir partiyên koneyî û wesa azadî ya behweriya olî, raman û nêrîn û çapemeni ya azad, ev dîmagojya Erebperestî ji sala 1963an de her ber dewame û hemû hevrik li ser ewî bingehî perwerde bû ne û dîgerî Ereban mafê ti netewên dî di bindestê Sûrya de napejirînin,

Di evan demên dawiyêde hevrikên rêjîmê gelek komcivîn li dar xistin ji komela Etasî ra bi gehê Ragehandina Dîmeþqê xwe bi xwe lihev nakin pirêdwan piþt gîrêd rêjîmê ne û hin yên partiya Baasin û hemû li dij alîkariya dervene, û tev di bêjin êrîþa ser Sûrî em na pejirînin û herweha li dij hevrikên dervene li gel ku hemûyan li ser ewê Ragehandina Dîmeþê emze kirine gelo l iser çi xalê li hev kirine...?

Xedam dixwaze rolekê dî bi mejyê hevrikan bilîze û di lîze hemû yên welêt li dij Xedamin û rêberyawî napejirînin û yên derve li gel ku li di jin jî têke yê dikin. Û Ragehana Dîmeþqê li dij Bereya Rizgariya Perwerî ya ku Xedam û Ixwan El Muslimîn li Brûkselê li darixtine, ev dijîtiya hevrikan di de diyarkirin ku tikes ji wan nikare rêber yê bike û hem naxwazin rêberiyê bispêrin hev, wesa temenê rêjîma Faþist li ser serêxwe û gel dirêj dikin û bêhtir gel û welat dixin bin darê stemê û barekî giran.

Stokholm - Swêd, 27. 03. 2006

Þêrkoh Hopo

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf