PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pêlava reþ


Bi tenê bu wê kêliyê. Car bicar dengê narincokan ji dûrve dihate gûhê wîi…

Awîrek avête dara temenê xwe. Heman wekî wê deþta li pês wî tarî bu. Tenê cendrojek ji zaroktiya wî dihatne bira wî. Dema kû dûpiskekî reþqemer bi jinka ciranê wan ve dabu, dema kû sêt dûwanzdehê þevê leskera xwe di siparte deryê mala wan û deryê mala wan didane ber binkê silehan, dema kû diçû ber berxik û karikan, dema kû þîrê maka xwe di mehtin û wî ji temase dikîr.

Tistekî ditir dihatê bira wî; porê xûska wî, yê zêrin…

Ji zaroktiya wî tene xeyalên van buyeran mabune jêre.

Dema kû hisê xwe dida ser temenê gerdûnê, wê demê ew biranin ji, ji bo wî “hic” bun, lê bes, bibiranina temenê gerdûnê tenê xeyala rojên teybet bun, rojên wî bixwe.

Tirêjên çavê wî di nava tarîtiya destê de di fetisin. Dengê kûndekû ji berpala ciyê belavi cardor dibu. Tenêtiya kûnd, di nava xwe de hest dikîr, lê heya kûnd jê nebu.

Hevalên wî gelek bun lê her yekî cihanek di nava xwe de radigirt. Dema kû hisê wî çû ser cihana hevalên wî, rondikên germ xwe bi ser lamên cemidi de berdan.

Her þevê gûlek ji bexcê wî kîz dibu û di cilmisi, keftarê tarîyê parçek ji laþê wî dixwar.

* *

Yekser hilceni, dengê narincokan nemabu û iro dû rojbu xwîn bi cilê wî ve nebu., dilê wî ne aram bu. Hema yekser rabu ser xwe bê kû li pês xwe binêrê xwe ji gir berda xwar û bezi û bezi…

Nû hatibu wê herêmê, rêk nasnedikîrin.

Ew dise ji dibezi û dibezi…

Heya wî ji xwîna qalikê ejnûyê wî nebu, hêzekî niheni û sami ew berbi xwe ve dikþand. Bi tena xwe di berpala ciyayekî asê de di bezi. Cilê wî ji xwêdana laþê wî sil bubun, kevirên kû di kûnê pêlava wîve di lingê wîdê radibun ji ew biserxweve netani û lezginiya wî danedixist. Ew her dibezi…

Dema xwe gihande ser girê pês xwe yekser çavê wî bi agirê dolê ket. Bê rawestan xwe berda xwar. Bi navê tirsê tistek di dilê wîde nebu. Metirsi bu, lê êdi vina wî ne di destê wî de bu. Ji yekîneya xew qût bubu û di rêkêkî nenes de dibezi. Diba kû rasti kêmin û baregehên dijberan ji werê…

Dema kû dengê qelebalixê bihist, rawesta û godar kîr. Di xwest tevayi dengan bibhize. Heri zêde ji nalina hevalekî wîi agir bi cergê wîi xist. Dema xwe gihande koma hevalên xwe, wan ji ne dizani bê kîye û ji kûde hat.

Tev ji mat bun, ser li wan zîvirî. Diyar bu kû tevayi hevalên wî jii biriindar bun, lê yek di nava wande giran birindar bu. Birindarên ditir ji ji bo kû wî hevalê xwe benin mabune li cem wî.

Hezên dijber di pey wan de bun, ne dikarin rawestin. Ew hevalê wan yên kû ew nasnedikîrin ji alikari dida wan. Ew teqeta wan û wextê wan nebu kû lê sik bikîn. Pêwîstiya wan bi alikariyê hebu.

Diba kû wê þeva xwe bi dawî neyênin, rojê peswaz nekîn.

Di laþê wan de gûle, bi cilên wan ve xwîn û li ser milê wan ji, hevalekî wani nîv miri hebu.

Rêk ji bo wan bê dawî bu.lê tev ji bi hêviya gihistina rojê ketibune rê de. Disê ji rûbiken bun, di rêka gihistina rojê de can didan…

Hevalê wan, ji yekîneyekî ditir revî bu û hatibu bi wan ve. Ne dizani kû ew li wîrin, lê ew dû roj bu cilê wîi bê xwîin bun û bi hêza dil û xeyalên xwe, xwe gihandibu wan.

Gelek mesiin lê kêm çûn, behna xwîna wan carekê gihistibu difna seyên di pey wan de.

Dema aso di ser ciyan re rengê sor girt, wê demê keriyê ceqelan li derdorê pênc laþê bêliv kom bubun. Dema gûleyên dawî bune mêvanê laþê wan, li gori mirovên asayi seyr ji be, wê demê kêfxwes bubun.

Ji bo hevalê xwe can ji dest dabun…

* *

Yekîneya girê jorê li hevalê xweyi wîndabuyi di geran. Di dema nobedariyê de wînda bubu. Lê rastii ti sopê wîi nehatibun.

Pistii sê rojan pê zaniin kû pênc hevalên wan li qûntara ciyê sehiid ketine.

Bi lezgiinii tiipekîi servanan çû cihê ser. Dema gihistine hevalên xwe, bêhn bi meytên hevalên wa ketibu. Dijmin agir bi wan xistibu. Rûwê wan ne dihatê nasin lê dema erd kolan û ew sipartine erdê , servanekî ji wan termê hevalê xweyi wîndabuyi nas kîribu. Laþê wan tev sewîti bun, agir tenê negihistibu lingê servanekî ji wan, ling wekî xwebu. Pêlavekî reþ ya cizlawêt di piyê wî de bu. Wê havina germ ji wîi pêde kesekî ew pêlav pênedikîr. Bixwe tayekî sor bi devê pêlava xweve girê dabu.

Servanê dilbiês bi dengekî nizm bangi hevalê xwe kîr û laþê sewîti nisani wan da. Tevan ew naskîribun. Servanê dilbies bi bêdengi xwe ji wan dûr xist û rêzek nîvis li ser kaxezekê nîviisii.

“Zinar, rewþa hevalên xwe hest kîr, xwe gihande wan û bi wan re sehiid ket.”

Sitêrkên asman li ser rondikên çavê wîi teyisiin, lê kesek bi rondikê ciyayên bilind nehisa.

Ciya, ji bo wan lehengan di nava xwede digrin. Tenê wan tû car ev buyer ji bir nekîr…

Ciya, sahidê nemir yê vê diiroka seyr bun, ji ber kû hestiyê servanan emanetê ciyan bun…lê ciya emanetî kêbun kesekî ne dizani…



Agirî SORAN
wwww.gelavej.com





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !