PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Asoyê xewnê


Di tarîtiya þevê de kesî kes ne didit. Yekser veciniqî û ji xewa kûr þiyar bu. Bê kû dest bi meþa direj bike jî, di hestiyê milên xwede westandinekî giran hest dikir. Ne dikari xwe bilivênê. Dîse jî tevayî hêza xwe li xwe komkîr û li ser xwe rûnist. Wekî ku wê kêliyê mêjiyê wî vala bu, di xetên dimenê hiþê wîde ti tist nebu.

Gelo ci di hiziri? Beri bi kêliyekê ci li bira wî bu? Ne dizani. Tistekî pir dûri wî bu. Di nava kûncikên hisê xwe de sopa hindek buyerên seyr didit. Mejiyê xwe di westand û di xwest bizane bê ka di xewde ci ditiye?

Di gorepanekî text û firede di bezi, asimanê reþ bi stêrkên renginve xemilibu. Lê ev ne wekî wan siterkan bun kû di þevên tarîde jêrê bubune heval.

Dû rêkên dûr û direj wekî kadize li pês wî bun. Di asoyê rêka milê rastê de wêneyekî xweyi mijokî didit. Pir dûr bu û bi tem bu. Di asoyê rêka milê cepê de cinokekî sehrawî bi rengê rojê bangi wî dikîr.

Ew her, di milê cepe re di çû. Bi xwe ji heya xwe ji daxwaza dilê xwe nebu, lê heyecan û germiya dilê wî ew kor kîribu. Êdi rû ne dida dimenê xweyi milê raste. Ew her di bezi. Ji xwêdanê sil ûp pil bubu. Di wê keliyê de bi hilcenin ji xewê rabubu.

Xwedanê bêhn bi laþê wî xistibu. Dema dit kû hevalê kêleka wî, serê wî hina li ser centeye û di xewdeye hate bira wî kû di rêka singbi singiyekî dijwar de ne.

Di tarîtiya þevê de ramanê wî, tenê bi wê xewnê re mijûl bu. Ne dizani bê ka cawa gihistinê cihê ser.

Wekî xeyalekê bu her tist. Tû caran wîsan lê nehatibu. Cihanekî derûni, serekî wekî cendekê wî rastteqîn û ewqasi ji awarte.

Car kes bun. Di nava ceperan de bi narincokan ve erdê pês xwe dabune ber xwe. Qajeniya mirovan tarîti di qelisand û deng vedida. Lê dengê dilê wî kesekî ne dibihist. Kêliyek bu, keliyekî kûrt ji temenê mirov, keliyekî kûrt ji temenê jiyane. Gerdûn di nava wê kêliyê de kom bubu. Hevalên wî yên bêcan yek bi yek kêliya wî dagirtibun. Mazlûmê piçûk dema kû hatibu pês çavê wî, toza bimbê bi rondikên çavê wî ve girtibu û ew zûha kîribun. Zani kû hinavê wî kelin.

Dem lê teng bubu,

Temen tera rondikên wî nekîribu.

Dizani kû hina zindiye,

Xwîna wî bi parcê narincokê ve di geri hina…

Di laþê xwe de ês hest ne dikîr. Wî ji ne dizani bê ka ji ciye, lê coþî û kêfekî bê hempa ken bi devê wî xistibu. Ew serê dojehi jêre wekî senfoniyekî þevê hiskesayi hatibu.

Ew di keni…

Di tevayi temenê xwe de qet ne rami bu kû wê bi ken bice mirinê

Dise ji xewna wî ya wê þevê wekî hezekî niheni û vesarti ew dorpêc dikîr.

Dema kû can di cendekê wî de ne ma, heya hevalê wî ji sitêrka kû ji asiman riji, kenê lêvê wî û xewna wî ya kesnezan nebu. Tev ji wekî termê wî mabune li wê rastê…bê kefen û bê qebr…



Agiri SORAN
www.gelavej.com








Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !