PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Jîn, Keça Min !



Jîn, Keça Min !

( Diyarî ji giyanê zavayê min Seed Hesen Dellî re )

Jîn, keça min !
Adar e
Beriya Mêrdînê
Beriyeke dûz û bê pîvane
Dora girê Hecînasrê
Þîn dike ji dexlane
Ji çar kenaran ve
Xêliyên te û Seed li hev civyane

Jîn, keça min !
Min dît û ne dît
Min Seed dît û ne dît
Xwezka min ew bidîta
Û agir bi rewrewka vê çolistanê keta
Careke din koçerên zozana bê tirs
Ji sînorê bi mayn û têlbidirî
Berê xwe dabana germiyana ...

Jîn keça min !
Min jî divîbû, ez Seed bibînim
Pêre bi axifim, bi kenim, bi girîm û
Xeman daweþîn im ...
Te û wî li Doda û Hecînasrê bigerînim
Ji we re serpêhatiya xwe û vê jiyana derewîn
bibêjim û bi bibilînim ..
Lê sed heyf û mixabin keça min,
Govend çep gerya
Dahol dirya, zirn çirya
Erê ew govend çep gerya
Çep gerya ...

Jîn, keça min !
Di deverên teng de
Em tev gunehan
Li ser piþta qederê di þidînin
Qederê sûcdar dibînin ...
Xwe kor dikin û
Çavên xwe ji sedemên bingehîn
Di guherînin..
Bawer bike keça min
Qeder bêriye ...
Ku Seed zanîba wê
Di dibista Hecînasrê de
Bibe mamoste
Di saziyek dewletê de
Bibe mamûrekî hoste
Li almaniya nedbû penaber
Û mirovekî miþext e ...

Jîn, keça min !
Ava çemê Ceqceq miçiqî
Kirasê bûkaniya te reþ xeriqî
Navê Seed di nav navên Adariyan de biriqî
Êdî bes bigirî bes bigirî..
Bi Sumeya re bikene bi tiqtiqî

Jîn keça min !
Meke girî meke girî
Seed teyr bû
Ew jî bi refê xwe re firî
Çendî Sumeya girî
Bele bigrî bela bigrî..
Va li ser girê Hecînasrê
Ji nû me mehra we birî...!
Welatiyên bi rûmet :
Bilîlîn in bilîlîn in
Mekin girî
Mekin girî


Qamiþlo, 11. 03. 2006

Ev çend gotin li Hecînasrê, di guhestina teremê Zavayê min Seed Hesen Dellî de hatiye xwendin.


Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg