PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Serma û Seqem Bîranînan Tevdidin




Serma û Seqem Bîranînan Tevdidin

Serma û seqemek bê deng dibare, bejna xwe li dîwarê mala min di pêçe... Kaxet û maxetên ku ji ber ba û bahozê reviyane, tev li bin guhê hev ketine, di cadê de kom û belawela xuya dikin... Ew jî bi navê mêraniyê dikarin bang kin û mikur neyên ku revyan e û têkçûne...

Dara Spîndarê, eva bejin bilind a ku bahoz wê ji qurim ve dihejîne, ew jî dikare bibêje, ku ez ji kêfa hatina biharê re diraqisim...

Belê Bilbilo ! Te wek pisîkekê xwe di nav pelên dara beriwê de, li hev pêçaye, çavên xwe beloq kiriye, guhên xwe miç kiriye û bi lewlewî tu dixwînî...

Tu dikarî bibêje, ku tu bi gotinê sebra xwe, bi vê dara kevnar re, eva ku bi sedê bahozan di sere derbas bûye tîne...

Hem jî tu dikarî bibêje, ku ew dar veþartokên jiyanê ji te re dibêje... Û tev cûk û çivîkên ku li ser datînin ji bo te ne,ne ji bo dara beriwê ne...

Daristana di orta bajêrê Qamiþlo de jî, dikare bibêje, ku serma û seqem newêr in nêzîkî bedena wê bibin ...Di vî heyamî de her tiþt dibe... Tiþtekî ecêb nebîne ...

Ji ber ku ev heyam, heyamê derew, xap, vir û guhertinan e...

Tu dikarî di xewin û xeyalên xwe de her tiþtî ava bike û bibêje restî ye ... Mînak te bawer dikir ku xwefiroþek bibe welatperwer ?! An gurek bibêje ez bûme berx û va ez di nav berxan de diçêrim ? !

Bê guman ev tiþtane ji berî bûyerên 12 azara 2004 an de dibin û bi rengekî aktiv di pey re... Bûyerên 12 azarê û rêjîmê hiþtin ajan û xwefiroþ bibin leheng, bizdok û newêrek bibin têkoþer, virok û derewîn bibin rastgo û cihê baweriyê.. Û Beko pir bibin...

Bûyerên 12 azarê çav kor kirin.. Ta pileyekê ku kes nema Çirto û Virto ji hev nas dike ... Çirto me girê dide û Virto dibe leheng.... Û yê ku þerm û fedî neke her tiþt li bejin û bala wî dixwe...

Erê, serma zor e û bahoz hin caran bîranînan di ser hev re diqulipîne ...

Gelo ! Tê ji gur bawer bike dema postê berxikê li xwe bike, ku bûye berxik ... ?! Rojekê bîranîn bi gel re qelp derneketine... Bîrdanka gelan di ser guhan re nehatiye avêtin, her ew bîrdanik, warê lêvegerê ye ...

Gel bi bîranînên xwe dara beriwan û dara derewan ji hev nas dike..

Vêca, bela tev kaxetên sikakan di quncikên kolanên Qamiþlo de kom bibin û çendî ba û bahoz radibe bela rabe ...

Ev ne cara yekemîn e ku serma û xwefiroþ, bi hev re, bi ser me de dibarin... Û ne cara yekemîn e ku tûmê stiriyê çavbeloqê dibêje, Ez dara beriwê me ..

Belê bi tenê ji bo bîranînê em dibêjin, ku dîrok tu carî namire, bi dawî nabe, ne diqele û ne ji nû ve þîndibe...

Her tiþt li maka xwe vedigere, ( çox nabe pox û pox nabe çox ), û ew kirasê derewîn ku hina li xwekiriye...

Ez ne bawer im ku wê bi berdewamî karibin wî kirasî li ser bejin û bala xwe bihêlin.... Wê zû di ser xwe re bavêjin û ji xwe kin ... Nexasim pêþberî Mamostayê xwe, û dawiya wan wê pêre eþkere bibe û derkeve...

Hingê dibe tu jî mîna min bike hawar ...Çawa dikarîbûn ta vê gavê me bi xapînin .. ?!

Baranê bibar bibar, bayo bike guvîn, bahozê bike gurîn belkî bîranînên me bi livin û þiyar bibin... Tevî vê rewþê, me têra xwe êzing û ardû ji serma zivistana welatê re amade kiriye û daniye.


Qamiþlo, 26. 02. 2006


Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg