Deriyê Adarê li ber bayê azadiyê vekinDeriyê Adarê li ber bayê azadiyê vekinBela ... Pêxemberê doza Kurdayetiyê Pêxemberê riya felat û azadiyê Barzaniyê nemir Bi refên mizgîniyên xêrê re derbas bibe ; Bela ... ken û giriyê adarê Ji ser peravên çemên Dicle, Firat û Aras ... Ji nav pêlên derya Wanê û Ormiye Bicivîne ...; Insiklopidya avê û agir Ji ketin û serketinan re bixwîne ; Dem û dîrokê Li ser kevîyên pêvajoya mêraniyê Bike al û li asmanê azadiyê li ba bike. * * * * * * * * * * Deriyê adarê vekin Û rê bidin Mahabada ronahiyê Silêmaniya hilmetê Hewlêra Kele û Minare Qamiþloka vîndar û leheng Ameda serfiraz ... Bela ... Þîrê Kurdayetiyê Li çiyayên Ararat, Cûdî, Bagok, Sasûn, Metîn, Þêrîn û Hindirîn ... helal bikin, Bela ... xwîna þehîdên nemir Xwêdana Pêþmergên qahreman Xuya hilmet û berxwedanê ... Bikin melheme û derman , Birînên ku di canê Dilsozî û wefadariyê de vedibin Bi vê xwîn û xwêdanê derman bikin û Bi ala welatperweriyê bipêçin . * * * * * * * * * * Deriyê adarê vekin Bela ... Mîrgehên Botan , Badînan , Soran, Baban û Erdelan ... Ji nav rûpelên dîroka rizyayî derkevin û Di sînga þaneþînên mîrgehên xwe de bi cî bibin ; Bela ... þal û þapên hêvî û omîdan Li bejna xwe girêdin, Xunava þîn û þadiyên her adaran Li xaka xewn û xweziyên Welatê perçebûyî bibarînin, Peyalên meya mizgîniya Yekîtiya Kurdan Li yar û neyaran bigerînin ; Wê yar mest û serxweþ bibin Ji mil û navmilan xwe bihejînin, Lê ... neyar wê ji maskên dilreþiya xwe Bibin Bilyatþo li ser Textên þanoyên vê jiyanê. * * * * * * * * * * Deriyê adarê vekin Rê bidin lal û nêrgizên deþta Barzan Ku bibin desmalkên sipî Hêsir û rondikên çil melyon Kurd ziwa bikin ; Rê bidin siwarên azadiyê ... Bela ... tîrêjên roja nîþana Komela Xuwêbûnê Bi ronî bikin, Xencera wê ji xwîna þoreþên nejbîriyê dawerivînin, Periya wê bi dîwarên Lover û Mitropolîtan ve daleqînin, Sinbila wê di xaka hilmet û dilsoziyê de biçînin, Bela ... almeya sexte ji ser Kezeba riya Padîþahên Kurdayetiyê daxînin, Kum û kolozê Haco Axayê Hevêrkî û Ebdirehman Axa Elî Yûnis li ser Girê Dugirê bilind bikin Û bê dûdilî / Derka Jêrîn / bingor bikin . * * * * * * * * * * Deriyê adarê vekin Patlêdanên efserên azadiyê Li ber bayê ala rengîn Bikin lavij û dûee, Bikin sirûd û heyranok ... Bi ewrên silavên gerim re Li asmanê vê dinyayê bibarînin ... Rê bidin Dildar û Mihemedê Mamilê Ku peyv û tîpên sirûda netewa Kurd / Ey Reqîb / Li ser destên xwe ji nû vejînin ; Erê ... bi mizgîniya azadî û yekîtiyê re Wê kefenê mirinê biçirînin, Wê Merziya bi xwe re bînin Li ber defa Hejar û Hawar Wê çopî û semayan ji erd û asmanê Her çar perçeyên Kurdistanê re bigerînin . * * * * * * * * * * Deriyê adarê vekin Rê bidin Valintaynê dildarên Kurd Metran Isa Bela ... xwezîyên Edûla Temir Paþa, Keçka Simqî, Meryema file û Gula Mehrûm ... Li Geliyê Laleþê li ber Stûna bê miradan bi cî bîne ; Bela ... mehra evîndarên bê hêvî Li ser destên Ûcaxên Azadiyê bibire ; Çengekê ji xaka gora qublegeha Kurdan Li ser serê wan bireþîne. * * * * * * * * * * deriyê adarê vekin Bi hêrz destên xwe li ber Yezdanê dilovan vekin Ji olên erd û asmanî Qewl û lavijan bixwînin Bi dûeeyên Pêxemberan bangbikin ..., Hêvî û xweziyên kevin û nûjen, Keser û kovanên bê ser û ber Bi bayê azadiyê re berdin Bi yek qêrînê hawar bikin : Xwedê Kurdistana azad Ji þerê terorê biparêze Tu car û tu car wê bin dar neke Xaka Wê ji Ucaxên Barzaniyan mehrûm neke Miletê Kurd li cîhanê ji vê Azadî û wekheviyê bê par neke Zimanê Kurdî bi yek Elifbayê standard bike Ala rengîn li ser banên palyozxaneyên her welatî Li vê dinyayê li ba bike ... li ba bike . Amîn ... amîn ... amîn ... Bêwar Îbrahîm Qamiþlo, 01. 03. 2006 Konê Reþhttp://www.pdk-xoybun.com |