PIRS Û GELÞÊN ZIMANÊ KURDÎ
PIRS Û GELÞÊN ZIMANÊ KURDÎ
û li ser çareseriyê
Van demên dawiyê, ji hêla kurdan ve kampanîne ji bo Zimanê Kurdî divebin.
Em serkeftinê ji bo van kampaniyan dixwazin û me hêviyek xurt heye, ku van kampaniyan bikaribin bigehîjin armancê û piraniya wan kur û keçên me yên ji nifþên nuh, ku li ber xetera jibîrkirina Zimanê xwe yê Dê ne, bikaribin wan hiþyar bikin.
Bêguman Kampaniyên wilo ji bo Zimanê Kurdî, me pir gerek in. Ji lew re wek dihêt zanînê; hîna li seranserê Kurdistanê ew gelþ û astengên li ber pêþveçûna zimanê kurdî ji holê ne rabûne.
Bi taybetî jî, ji ber ew xetera ku bi riya mediya hewayî yên kanalên televîzyonî yên wek zimanên bi tirkî, farisî û erebî, zarokên me dikevin ber pêlên asîmîlasyonê û Zimanê xwe yê Dê ji bîr ve dikin!
Ji hêla din ve jî, ew gelþ û pirsên rojane yên li jiyana me kurdên li dûriya welêt, her wisan ew jî kargêriyek neyînî ( menfî ) li ser derfetên bikarhanîna zimanê dayikê dike. Wek me pirî caran dîtiye û hay jê bûye, ev xeter jî dikare Zimanê Dê hem qels û lawaz bike û hem jî bi giþtî bi meriv bide jibîrkirinê !
Pir rast e: Ziman Hebûna Milletek e. Heger ronakbîr, siyasetmedar, avahî û dezgehên pêþde yên milletê, xwedîtî li zimanê xwe ne kin, hingê ew ziman dikeve ber xetera asîmîlasyon û windabûnê.
Ev nêzîkê sed salan e, ku dewlet û dolîwgeriya tirk kampaniyên cûrbecûr li ser zimanê kurdî digerîne û na hêle, ku zimanê kurdî jî wek zimanên din pêþ ve here. Lê hezar supasî û þukur, ku Zimanê Kurdî xwe gihandiye ta vê rojê û ji nav ne çûye.
Li Baþûrê Kurdistanê, her çend nakokiyên ramyarî ( siyasî ) di navbera kurd û dewleta Baasî de hebûn jî, dîsan serdestên Iraqê çi car gelþ û astengên wek serdestên Jön-Türk û Kemalîstan li pêþiya Zimanê Kurdî ne derhanîne. Wek em baþ pê dizanin, li baþûrê Kurdistanê, li bin dîktatoriya desthilatdariya Baasî jî, her dem Weþan û Rojnameyên bi kurdî hebûne. Radyoyên Kurdî programên bi kurdî weþandine. Pir hindik li Rojhilata Kurdistanê jî her wisan bûye. Radyoya Kurdî ya li Kermanþanê ta ji hêla me kurdên bakurî ve jî dihat guhdarkirinê. Mafek sembolîk be jî - hebû !
Piþtî kadkirina mêjûyî, em vegerin ser rewþa îroyîn. Dirûþma me gerek ev be : Welatîno Bi Kurdî Bipeyivin ! Gava ku du kurd werin nik hev, pir þerm û guneh e, ku bi zimanê desthilatdaran bipeyvin.
Hin kes carina hebûn û cudatiyên zaravayên kurdî ji xwe re dikin hincet û sedem û dibêjin, ku "em bi zaravayê hev ni zanin, loma em bêgav dimînin ku bi zimanê tirkî, erebî yan bi farisî bipeyivin." Ev kes jî ronakbîr in ( ! ) Me bersivek ji van kesan re heye: Heger tu mirovek bêperwerde û kesek ji gundek li bin quntarên çiyayên Kurdistanê bî, hingê em pê dizanin û dipejirînin, ku tu çima zaravayên kurdî ( =zimanê kurdî ) nas na kî, lê heger tu ronakbîrek bî, wê gavê em qet fam na kin, ku ji ber çi sedemî ye tu zimanê kurdî ( =zaravayên kurdî ) nas na kî ! ?
Bi kurtî pirs, pirsek rewþenbîrî ye.
Formula wê ya hêsan jî ev e : Gava ku tu bi zaravayê xwe baþ bizanibî, tu bi otomatîkî ji zaravayên din ên kurdî jî têdigehî. Lê gava ku tu zaravayê xwe BAÞ NAS NE KÎ - wek nimûne em bibêjin gava zaravayê te bi kurmancî be - tu hingê bi soranî yan bi dimilî qet jî ni zanî, zaravayên din ên kurdî di guhê te de dikare wek frensî yan rûsî bêt bihîstin ! Lê gava ku me zaravayê xwe baþ nas kir, em bêguman hingê ji zaravayên din ên kurdî jî pir û pir baþ têdigihên. Hingê yên bi dimilî, soranî û kurmancî dipeyivin, wê bêyî astengek bi hev re bipeyivin û ji hev xweþ têbigihên.
Gava tu bi kurdî bipeyivî, hingê tu bi her kurdek dinê re jî bi kurdî didî û distînî. Bêguman bi zarûyan re jî...
Bersiva me ev e ji bo vê pirsa ku; "Tedbîr û gavên pratîk dikarin çi bin ku axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî di nav kurdan de belav bibe ?"
Ronakbîrê Welatî! Gerek ronakbîr zaravayê xwe baþ nas bikin û di nav hev de bi TENÊ bi kurdî bipeyivin ! Gava ronakbîr pêþengiya vê paradîgmayê bikin, wê hergîz ( muhaqqaq ) gel û millet jî bêdudilî li pey ronakbîrên xwe herin.
Ronakbîrên welatî ! Bi kurdî bipeyvin ! Bikevin pêþ û rê vekin ji xelkê re, ku gel û millet li ser þopa we herin !
Ji axiftina bi kurdî pratîktir û hêsantir tiþtek din nîn e.
Dumahîk li ser rûpela dinê ye :
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
Zimanê Kurdî û Fêrbûna Zimên
-I-
Mêjû û avahiya zimanê kurdî
Zimanê kurdî zimanê kevn ê Avesta ye. Alfabeya kurdî ji 31 tîpan pêk hatiye. Zimanê kurdî bi sê ( 3 ) alfabêyên cihê dihê nivîsînê. Alfabeyek a kevin a zimanê kurdî heye. Î roj pir kes ni karin bi vê alfabeyê bixwînin û binivisînin.
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Þ T U Û V W X Y Z
Kurd li bakurê Kurdistanê ( Tirkiye ) bi kurmancî dipeyivin û alfabeya latînî ( romî )* bi kar dihênin. Kurdên li baþûr ( Iraq ) û li rojhilatê ( Îran ) bi zaravayê soranî ( silêmanî ) dipeyivin û alfabeya ku jê re dibêjin erebî, bi kar dihênin. Kurd li rojavayê Kurdistanê ( Sûrî ) jî bi kurmancî dipeyivin.
Beþek ji kurdên li Kurdistana baþûr û rojhilatê jî bi kurmancî dipeyivin. Zaravayê ku ji hêla piraniya kurdan ve dihê peyivtinê, kurmancî ye.
Li jêrê nexseya têkuz a lîsteya tev zarava û devokên lokal ( mehellî ) ên zimanê kurdî diyar e.
Çar zaravayên sereke :
KURMANCÎ ( K ) yan jî KURMANCIYA JORÎN
SORANÎ ( S ) yan jî KURMANCIYA JÊRÎN
GORANÎ ( G )
LORANÎ ( L )
Zaravayên lokal ( mehellî ) ên her çar zaravayên sereke û têkilbûna ( integration ) wan a bi hev re :
1 - Bacalanî ( G )
2 - Badînanî / badînî ( K )
3 - Bextiyarî ( L )
4 - Beyazidî ( K )
5 - Botanî / botî ( K )
6 - Erdelanî ( S )
7 - Feylî / behreyî ( L )
8 - Germiyanî ( S )
9 - Hawramanî / hawramî ( G )
10 - Kelhorî ( L )
11 - Kuhgalû ( L )
12 - Konyayî / haymanayî ( K + S )
13 - Lekî ( L )
14 - Mamasanî ( L )
15 - Mukrî ( S )
16 - Rojava / berfiradî ( K )
17 - Silêmanî ( S )
18 - Semdînanî / hekarî ( K )
19 - Sêxbizinî ( K + S )
20 - Torî ( K )
21 - Zaza / dimilî ( G )
KURMANCÎ ( / kurdî / kurmanciya Jorîn ) : botanî/botî **, badînanî / badînî, beyazidî, Þemdînanî / hekarî, cizîrî, rojava / berfiratî
SORANÎ ( / sorî/ kurmanciya Jêrîn/kurdî ) : mukrî, erdelanî, silêmanî, germiyanî,
GORANÎ ( / gorî / kurdî ) : zaza / dimilî, bacalanî, hewramî,
LORÎ ( / lorî / kurdî ) : feylî / behreyî, bextiyarî, mamasanî, kelhorî, lekî, kuhgalû
( KURMANCÎ, SORANÎ, GORANÎ, LORÎ = KURDÎ )
Cografya zimanê kurdî :
Bacelanî li rohilata Kurdistanê dihê peyivtin. Navçeyek xêlî ( eþayirî ) ye, ji gelek gundan pêk hatiye. Li qezayên wek Kamjaran, Þêrwan, Qela, Qeysewend, Maraw, Kemanger dihê peyiftin.
Badînanî li deverên baþûra herêma Botan, li Dihok, Amêdî, Akre, Þêxan, Zêbar û Barzan, her wisan jî li rohilata Hekarî, Soma, Xoy, Mako, Ûrmiye û li gundên Þino dihê peyivtin.
Bextiyarî li baþûra rohilata Kurdistanê, li deverên Daran, Mescîdê Silêman, þehre Kurd, Çarmihal, navçeya Piþtgoy'ê û li deverên mayîn dihê peyivtin.
Beyazidî li bakura Kurdistanê, bi nêzîkî li tevayiya Serhedê dihê peyivtin, Qers, Agrî, Erzerom, Erzincan û deverên wan.
Botanî / botî Li navrasta Kurdistanê li, deverên pêþî li Cizîr, Sêrt, þirnex, Silopiya, Diyarbekr, Zaxo, Dêrika Hemko (Malikiyê), paþê jî li deverên Farqîn û Diyarbekr'ê dihê peyivtin.
Cizîrî li deverên Mêrdîn ( Amardîna ), Midyad, Nisêbîn, Qamîþlo, Þengal û Amûdê dihê peyivtin.
Erdelanî li Rojhilata Kurdistanê, li derdorên Sine, Rewanser û Ciwanro'yê dihê peyivtin.
Feylî / behreyî li baþûra Kurdistanê li Bedra û Bexdadê dihê peyivtin.
Germiyanî li baþûra Kurdistanê li êrdimên Kerkûkê dihê peyivtin.
Hewramanî / hewramî Li rojhilata Kurdistanê li Awa, Biyare,Tewêle, Hewraman-î Text, Hewraman-î Lihon, Paweh, Newsûd, Dizlî, Nodse, Dînewer, Zengene, Siyamensûr, þêxan, û beþek jî li devera Sinê û Ciwanro'yê jî dihê peyivtin.
Kelhorî li rojhilata Kurdistanê li deverên Kermanþan, Xaneqîn, Mendelî, Bedra, Kût û li Bicar, Qurwe, Hersîn, Kengawerö Sehane û Sonqur'ê dihê peyivtin.
Kuhgalû li baþûra rohilata Kurdistanê li deverên Behbehan û Qeleyê Golabê dihê peyivtin.
Lekî li dorhêlên Kermanþan, Îlam û Eywanþarê dihê peyivtin.
Mamasanî li êrdimên baþûra Kurdistanê, li Loristanê dihê peyivtin.
Mukriyanî / mukrî li rojhilata Kurdistanê, li navçeya Mahabadê dihê peyivtin. Mahabad di dema xwe de navenda Emareta Mukriyan bû. Weke din mukriyanî li dorhêlên Þino, Nexedeh, Xane ( Pîranþehr ), Serdeþt, Bokan, Sanqele û li Seqize dihê peyivtinê.
Rojava / berfiradî Li Ruha, Mereþ, Dilûk ( Entab ), Mazra û li baþûra rojavaya Kurdistanê li êrdimên Efrînê dihê peyivtin.
Silêmanî / soranî / sorî li êrdimên Silêmaniyê, li Þehrezor, Qela Çolan, Çiwarte, Mawet, Penciwîn, Çemiemal, Qadî Kerem, Leylan û yên mayî dihê peyivtin.
Semzînanî / semzînî / hekarî Weke nav li ser e, li hemû deverên Colemergê û li van navçeyên li jêr nimandî dihê peyivtin : Colemerg, Nehrî, Oramar, Gever.
Þêxbizinî Kurdên ku ji demên kevin ve hatine ber bi nav Tirkiyê ajotinê. Ev devoka pir mehellî, bi tenê ji hêla kurdên li deverên Enqere û Stanbolê dihê peyivtin.
Torî li deverên Kercews, Kerboran û Midyad'ê dihê peyivtin.
Zaza / dimilî li bakura rojavayê Kurdistanê li deverên Cebaxcor ( Bîngol ), Mazra ( Xarpêtê - El - Azîzî ), Palo, Gênc, Hêne, Sêwreg û Çêrmûg'ê dihê peyivtin. Zaza / dimilî û hewramî pir nêzîkî hev in.
Alfabeya kurdî bi sê alfabeyan latînî, kîrîlî û erebî
TBN : Xebatên ji bo bi awayek giþtî naskirina devokên zimanê kurdî, bêguman îro ji ber hebûna van atengên li ber kirina xebatek vekolînî ya rêk û pêk li ser tevayiya axa Kurdistanê, xwedî kêmasî ne. Ev erk bi awayekî baþ bi tenê di rewþ û pergalek serbest û azad de û li ser axa welêt dikare bi cih were. Ji lewre jî dê kêmasiyên vê xebatê hebin. Em hêvîdar in, ku rojek dê xebatkarên din vê babetê, vî karî ji vê derê rahêjin û bibine serî ta armancê.
FERHENGOK
_________________________
Avesta : zimanê kevin ê hind-ewrûpî ye
Êrdim : herêm, mintiqe
Mêjû : tarîx
Pergal : çap, rews
Rewþ : weziyet
Têkuz : kamil, mukemmel
JÊRENOT / SERINC / TÊBÎNÎ ( TBN ) :
_____________________________
* ROMÎ : Mebest ( meqsed ) ji vê peyvê: Roma / Îtalya-antîkî ye.
* * BOTANÎ/BOTÎ : Li mêjû, ev devoka mehelî, ji ber ku bi sedsalan bûye navenda siyaset, aborî û çanda Kurdistanê, loma di warê zimên de jî rolek navendî leyistiye. Emareta Cizîra Botan, bi sedsalan bûye navenda tevayiya emaretên kurdan. Ji ber ku Mîrên Botan, ku serokatiya tevayiya Kurdistanê dikirin, her dem li vir rûniþtine. Loma ev devok pêþve çûye û wek tîrêjên hetavê, kar û tesîra xwe gihandiye ser tevayiya zaravayên din ên kurdî. Ta zaravayên wek soranî, mukriyanî jî, ji vê devoka botanî / botî kar û tesîr wergirtine.
Bavê Barzan
|