PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



´´RîYA AZADAN´´
- Ji Kedrican re -

Pir girane lo bira! Bavê te ne l´amal,
Bavê kû tu xwedî kir, bi nezdarî, bi þekir

Çav li rê bû li derî belkî niþkav tu werî
Tû, liber serî rûneniþt, xwedan ji rû nemaliþt,

Dil û xatir jê ne xwest; te maç nekir herdü dest,
Pêra ne çu ser gorê maxa paþîn bi dorê….

Min jî wek te winda kir, dê, bav, bira û agir.
Ji ber tûran perestan, bûme xwini, j´ Kurdistan.

Me hev nedît carek din, gorrê ew giþ revandîn.
Ev bîst sale ser gerdan dixwüm kulan û derdan

Min pir tengî û talî kiþandin ji her alî
Lê bê hêvî nebûm hêç min bernada þop û rêç

Ma çi bikim tiþtê çû lê nagerim nadim dû
Eve rêza azadan ne rev heye ne bazdan

Sistî nabe li ser vê ev bext ji me wa dibê
Tim namine dem wisan wê bê roja wan kesan

Ev toleyên bê yek ol ji dolar ra bûne kol
Ne çar ewê bimirin ji bîr nabe, çi kirin

Bê mezel û gor û kêl bibin tune kû hat û pêl
Hew bi tenê ev welat deþt û çîya teht û lat

Û ev gelê kû em jê cevher bêzar û kejê
Naçe namre tu cara ne, b´´kuþtinê ne, b´dara

Gerek jêra bi yek can em pêwan bin bê razan
Bi parêzin ji dijmin; bi te, bi wi, û bi min...


---------------------

Reþid Kurd.




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !