PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Strana : Wî de mala min ( Bavê Lalo )


Wî de mala min ( Bavê Lalo )

Wî de mala min
Wî de mala min
Mala bavê min mala mêran e eywax
De here mala min hê hê….
Lê mala min mala mêran e
De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo”
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane
Guhê van gundan e de oy oy..
De mala bavê min mala mêran e
De herê malan min hê hê….
Wî de mala min, mala min, mala min..
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…

Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema
Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir
Hatî kon û kozikê xwe danî cem me
Belê wezê nakevime ber kûþtin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Wezê ketime ber heyfa wê heyfê
De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…

De herê malan min mala min mala min,
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…

Û çadira bavê Lalo danî li ser latê
Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê
Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê
Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Li vê dews û li vî rêç û li vî deþt û taqîbatê
Wele wezê nakevime ber girtina û kuþtina Bavê Lalo
Wezê dikevime ber heyra vê heyrê
Û axalerkê me ser re dibêjin
Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê
Hoh oy de hoy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...

Bijî Huner û Çanda Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf