PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Strana : Hekîmo


Hekîmo

Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî
Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî…

Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî
Wey esmerê bînî þîrê teyrê bazî, emê pêþkêþî hekîmê xwe kin
Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêþkêþî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî

Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêþîne

Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî
Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî
De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara
Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne þîrê teyrê barî
Wesmerê bîne þîrê teyrê barî, wemê pêþkêþî hekîmê xwe kin
Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka
Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêþkêþî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaþê hejde salî

Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim…
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêþîne

Gotin û Muzîk : Evdalê Zeynikê
Çavkanî : Þeroyê Biro
Berhevkar : Þivan Perwer

Bijî Huner û Çanda Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf