Bela wiha be, Zeriya min ? !Bela wiha be, Zeriya min ? !Zeriya min ! Bela wiha be; Bela pêvedanên Sibehên vê payîzê Dîrokê tomar bikin Seh direyên û Kerwan qunaxê Dispêre qunaxê Bela seh bi kewtkewt bin. Darên beriwan Ku ne li ser çiyayên bilind bin Þîn nayên Stêr li ser bênderan Nayên dîtin. Zeriya min ! Ji wan gere Çax û demê me nîne Ku em tozê ji ser pêlavên xwe Daweþînin Çi daxwaza ewên ku, Bi zikreþî hewildidin Hezkirin û çakiyê Nizim bikin Bela wiha be Guh li wan neke. Bawer be, Wê gul di destê me de Þîn bên û Tûmê zindiyê di mala me de Bê danîn... Li paþ ne zîvire Zeriya min Bela dexsok û kînok Xwe bi zîwan û xurêla me re Bi westînin Em xwediyê kerwanê ronahiyê ne Dergehên deryayê li ber me Vekirîne Em xweþ dikarin bi tîpan Mora xwe li piþta salan û Kesan xînin... Bela wiha be Zeriya min Lê ku kazînî ji dengvedanê hat Pêwîste em bilivin pêþ Pêþ ji me re ye Ma tu nizanî; Çendîn qunaxên fireh Di navbera hezkirina me û Qurqura beqan de heye.. Vexwe Zeriya min Nûþîncan be Peyal bi dûv peyalê de Li ber destê te rêz dibin... Tê bê çi ku sibe an dusibe Ez dûrî te ketim Gelo tê ji min re Deryayê bi çine an Çiyayan bi çîne ..! Tê bê çi ku min ji te re got: Zeriyê min ! Min bêriya te kiriye û Bela qurîncek û stirî Têkevin nav laþê wan de... Wê çi bibe ku tu ji min re bibêjî: Min bêriya te kiriye Tu zanî Zeriya min; wê hingê ezê bibim Mîna xortekî 16 salî Erê 16 salî û Bela wiha be Zeriya min. Qamiþlo, 01. 10. 2004 Konê Reþhttp://www.pdk-xoybun.com |