PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xulamên xulamokan e




Xulamên xulamokan e

Xulamên xulamokan
Çavnêrî û zêrevaniya
Þopa û þûna te û
Pîþ û sazê te
Dikin..?!
Hewil didin bahoza te ya gur
Rawestînin..
Gelo keviz dikare deryayê
Beden bike ?
An ;
Burc ji qûmê têne
Avakirin ?!
Guh li wan neke..
Çendî perperîk
Li dor çirayê kom bibin
Xwe di þewitîn in û
Xweþ nîþan e
Ji ronahiya çirayê re.

Xemgînî tu ?
Ji ber ku derew û xap
Li te kirine û dikin ?
An bazirganiyê
Bi navê te dikin ?!
Ne xem e ..
Bi vir û xapan
Rojên xwe derbas dikin.
Ji wan werê kes wan nas nakî,
Bîr nabin ku
Wek rewrewkê ne
Çendî mirov nêzîkî wan bibe
Têne veþartin û
Çendî dûrî wan keve
Belû û eþkere dibin.

Carna tu þiyar dibî ku
Di piþt rewrewkê de
Xwe veþartin e ,
Bi kîn û zikreþî
Dane ser þopa te û
Bi bê dengî þerê te dikin.
Hewil didin bi navê te
Bazirganiyê bikin û
Te bi guherînin,
Rêbaza te li ber çavê te
Reþ bikin û dawî
Te bikin xulamekî mîna xwe ..
Pêwîste tu bi wan re biken e
Ji ber ku ew koleyên demê ne
Nêzîk,
Wê dem, dêmê wan
Yê rast eþkere û belû bikî
Ma te ev gotina pêþiyan sehnekiriye:
( Tu çi tovî di xakê de bi reþîne
Tê berê wî tovî hilîne ).

Bi girnij e..
Te ew kirine sergêjekeke mezin de
Tu bûye barekî giran
Li ser milên wan
Di bin giraniya barê te de
Xew li wan di herime û
Ew çend gotinên ku tu dinivîsîne
Ji wan re bûye kul û xem..
Bi live .. li paþ xwe nezîvire
Ew xulamên xulamokan e.

Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo.

Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg