PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þiyar be Zêrevano !




Þiyar be Zêrevano !

Þiyar be
Zêrevano !
Destên min
Bi stêrkan dagirtîne
Ez hawar hawara
Di navbera ( Serxet û Binxetê ) de
Kom dikim
Bi dûv gotina ( Nan û Avê ) de
Dibezim..û
Tu qelawizîya min dikî ? !
Çi dinivîsim, bi kûde dirim û têm,
Bi kêre didim û distînim..
Waweylê li vê sosretmayê !

Raweste zêrevano !
Ez gelekî zelalim;
Girnijandinan
Ji ser dêmê dayika xwe û te
Didim hev,
Bismaran ji henekpêkirina li xwe û te
Radikim û hêjî
Tu qelawizîyan li min dikî.. !
Zêrevaniya deryayê
Neke
Di deryayê de
Nebe nêçîrvanê masiyan
Ji neyaran re,
Masiyan ne tirsine !
Xemgîniya qeyikvanyan
Dûbare neke !
Û refê qitkan
Ji ser xaka welatê birîndar
Bi zêrevaniya xwe
Dîl neke û
Ne firîne.. !
Cihê tu têre
Derbas dibî
Nakokî û berberî
Têde þîn tê û
Bêhna genî
Belav dibe...

Pêlekê raweste;
Tu nikare gerdûnê bi qelawizîya xwe
Zindan bikî an
Aso bi gelaciya xwe
Zinar bikî..

Pêlekê raweste
Da ku sibe tu dîn nebe
Û zarokên te nifiran li te ne kin


Çima evqas Zêrevanî ? !
Gelo raste :
Nav li ber tavaheyvê
Têne nivîsandin ..? !

Pêlekê raweste
Her berê kerwan li oxirê ye
Seh li dorê bi kewt kewtin
Xuyaye tu nikare xwe
Ji Zêrevaniyê biþo
Tu ne bawere ku
Berik ji kenê zarokan
Þerm û fedî dikin û
Baran tê xak pesnê xwe dide...

Xwe bide alî
Zêrevano û
Pêlekê bigirî
Da ku tu nêzîkî Xwedê bibî
Bigirî da ku
Em ji te bawer bikin ku
Tu mirovî,
Tu sitêrkan
Gulebaran nakî,
Tu darên bilind
Gunehkar nakî..

Hay be
Zêrevano !
Yê çê her li pêþiyê ye
Pozbilindî nayê tewandin
Devê elfabêya mirovantiyê
Qet nayê dirûtin...
Tev eynik wê bêne þikestin
Lê bîranîn xwe ji pîjikên wan re
Xûz nakin..
Bawer neke ku
Bi hebûna te
Berbang di nav xwîna me de
Der nabe ..
Û çiya li xaka welat siwar
Nabin ..
Bi dûr keve Zêrevano !
Tu jî mîna Beko ye
Her bi zêrevaniya xwe
Ji neyaran re
Tu çê ye.


27. 04. 2005

Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo.

Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg