PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mijde bo te Ehmedê Xanî !




Mijde bo te Ehmedê Xanî !

Va herdû îdareyên kurdan yekîtîyek danîn, Kurdistanek ava kirin, Êdî bes bibêje :

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet..

Di roja ( 07. 01. 06 ) de polîtbîroyên her du partiyên me ( PDK û YNK ) gihiþtin biryara yekkirina her du hikûmetan…”

Bi vê helkeftinê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelê kurd pîroz kir û got :

“Ez gelê Kurdistanê, malbatên þehîdan û hemû partiyên siyasî û Kurdistanî bi vê gavê pîroz dikim… cejna we pîroz be”

Ez jî, wek nivîskarekî kurd, wek xemxurekî zimanê kurdî, vê gava dîrokî di jiyana kurdan de bi tev hestê xwe pîroz dikim. Jêre di lîlînim, û bi heyecan dibêjim :

Xuþewistan : Serokê Kurdistanê Kak Masûd Barzanî !
Serokê Iraqa federal Mam Celal Talebanî !
Ezbenî !

We xewnên Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê koyî, Mîr Bedixanê Azîzî, Mîr Mihemedê rewandozî, Barzaniyê nemir ( Mele Mustefa Barzanî ), Pêþewa Qazî Mihemed, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxanê Botî, Mûsa Enter, Pîremêrd, Goran, Bêkes û Cegerxwîn... pêk anîn... we pêk anîn... Bi hêviya ku hûn Kurdistanê tevî hembêz bikin. Hûn Kurdistanê bikin Siwêsra Rojhilata Navîn ... Ji mêj ve em li hêviya vê gava dîrokî bûn...

Ehmedê Xanî ! Êdî bes bibêje : Kurd bi temerid û þiqaqin...
Pîroz be li we Kurdistaniyên bi rûmet.. Mijde bo we pêþmergên þehîd û tev kesên ku xwîna xwe di ber xaka Kurdistanê de rijandine...

Her Bijî Kurd û Kurdistan.

Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo.

Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg