Heyamo ji wan re bibêje ! Heyamo ji wan re bibêje !Tu dibêjî qey heyam Xwe xuz kiriye û dem Hûrikên xwe di nav tozê de Didêre.. Waweylê ! Çilo sal pîr dibin û Mîrneþîn pîr nabin ?! Herdû bestên li dor gundê min Doda Gelek çerx û dewran dîtine ta ku Derbasî dîrokê bûne Dîroka ku bi bê deng zêrevaniya Rêwiyan dike û Hin caran bi wan re Di kene, hin caran digirî Lê qet diyalogê bi kesên rawestyayî re Li ser peravê demê nake.. Va ez ketime payîza temenê xwe de Rojan dispêrim hev û Bê deng xwe ji wan re xuz dikim Pêre - pêre sosretmayî dimînim û ji xwe dipirsim : Va ez pîr dibim, Gelo çima desthilat û Berpirsyar pîr nabin ?! Derewan dikin û Tu bi wan zanî Pêre jî ev gotin tê hizra mirov: ( Xwe bi parêze ji þerê wan kesên ku te qencî bi wan kiriye ) An : ( ku te qencî bi merdan re kir Te ew ji xwe re kirîn û Te qencî bi nemerdan re kir wê rojekê li ber te rabin û berberiya te bikin ) Dibêjin : Ji bo rastî bê gotin, Dîrok xwe vedigerîne Gelo ! Ji bo vejandinê Evîn jî xwe vedigerîne Heyamo ! ji wan re bibêje ! Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo. Konê Reþhttp://www.pdk-xoybun.com |