PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xizan Þîlan : ZAROKÊ KOLANAN





ZAROKÊ KOLANAN


zarokê kolanên xemgînan
xerîb û bêkes
stûxwar û belengaz
tu jî
çûyî nav refê wan Alîþan
xizan û perîþan
li kolanên xemgînan
îro ser sala te ya þeþan
li ber pozê te koma mêþan
rapêçandibû canê te
kul û keder û êþan
ketibûyî xewa kûr
li ber dîwar û koþan

zarokê kolanan
zarokê kolanên xemgînan
hê digeryayî
bi tena serê xwe
di tenetiyê de
bê bav û dayik
bê xwiþk û bira
bê Xal û bê Apo
bê nasname
bê welat bê cîh û bê war
bi qirîn û hawar
tazî û birçî
lingxwas û rût
dilê te yê mîna barût
wê biteqiya
bipijiqanda çîrûskên xwe
biçiranda tarîtiya þevê
ronîbikira kolanên xemgînan
kolanên zarokên bêwelat

zarokê kolanan
zarokê kolanên xemgînan
di destê te de
þûþa þerebê û tînerê
di devê te de
izmarîtên cixarê
te hilmeke kûr
dikiþand cîgerê
gewrî li te diþewitî
cîger li te diperitî
bîhna þîrê sipî
ji devê te dihatî
li te herimandibûn
li wî welatî
Welatê serdestan
Welatê kevneperestan

zarokê kolanan
zarokê bêwelat
te digot;
min bêriya te kiriye dayê
li hêviya te me
bawêriya min
bi mirovan nemaye
pêrîþanim dayê
li ber bayê felekê ya xayîn
diqefilim
û diricifim ji sermaye

zarokê kolanan
li kendalan
li ber quncik û dîwaran
ketibûyî
nav xem û xeyalan
Alîþan
îro ser sala te ya þeþan
li ber te pozê te koma mêþan
feqîr û belangaz û perîþan
rapêçandibû canê te
kul û keder û êþan
ketibûyî xewa þîrîn
li ber dîwar û koþan

zarokê kolanan
zarokê kolanên xemgînan
hûn tî dibin
dev û lêv l
i we zîwa dibin
we qûltek av
hêvî dikir
ji mîrovahiye
lê ava kaniya we
miçiqandin
gul û çîçekên we
çilmisandin
jiyan
li we herimandin
û cendekê hevalên we
bi axa pîroz
nuxumandin
hûn birçî dibin
we pariyek nan
hêvî dikir
ji mirovahiye
we bi destên qirêj
ji bo pariyek nan
êrîþ dibir ser çopan
bi destên dirêj û zirav
êrîþ dibir ser firinan

carnan
awirên çavên we
yên tûj
bi rik û nefret
digotin;
ka ew jiyana
bi qedr û qîmet
carnan
awirên çavên we
yên melûl bi kelegirîn
digotin;
em zarok li ber dîwaran
digirîn û dimirin

zarokê bêwelat
Alîþan
îro ser sala te
ya þeþan
li ber pozê te
koma mêþan
lingxwas û birçî
û perîþan
rapêçandibû canê te
kul û keder û êþan
ketibûyî xewa kûr
li ber dîwar û koþan

zarokê kolanan
zarokê kolanên xemgînan
zarokê bêwelat
te digot;
ka li ku maye
rastî û durustî
xweþitî û tenduristî
bi azadî û serbestî
li ser axa min
ya çar parçe bûyî
bi zimanekî qedexe bûyî
hûn dikarin
dîrok û çîrokekê
ji min re vebêjin
ey mîrovahî ?

te digot;
li bax û bostanan
li nav goristanan
li havîn û zivistanan
lingxwas û tazî
dikir hawar û gazî
hûn dikarin germahiya
hembêza dayîkekê
bidine min
ey mîrovahî ?

te digot;
ez mîna parsekî
di nav berhevkirina
parsê de
di nav heyecan
û tirsê de
di nav qehr
û hêrsê de
hatime fetisîn
hûn dikarin pê bigrin
biþeqînin
û tune bikin h
êrs û tirs
û canêþa min
ey mîrovahî ?

te digot;
lê ew
rondikên çavên min
ew ken û þadiya
dev û lêvên min
hezkirin
û eþqa dilê min
hesreta
strana dergûþa min
bi bayekî xayîn
ya meha gulanê
firîyan û çûn
hûn dikarin wî bayî
paþve bizivrînin
û li min bibexþînin
ey mirovahî ?

zarokê kolanan
zarokê kolanên xemgînan
ev tenetî
bedbextî
dilþikestî
milþikestî
bêkesî
pîxwasî
stûxwarî
kelegirîn
hawar û qêrîna we
mirina we
mîna dîmenekê
xeyalekê
hê li ber çavên min
mîna þewqa agirê Newrozê
vêdiket û diçirîsî
min bi heyecan
bi hesteke kovanbar
bi dilekî birîndar
bi hêvîyeke stûxwar
çavên xwe li we digerand
li we temaþe dikir

zarokê ciwan
zarokê kolanan
hûn herdem mêvanê
kolanên xemgînan
zarokê bêwelat
ji we re
wê werê mizgîniya
aþtî ye
azadî ye
serbestî ye
xweþî ye
ey zarokên
kolanên bindestan
ey zarokên
ji Kurdistan

Stockholm, 10. 05. 2002.

Xizan Þîlan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf