Dilopek ji derya Xanî Li koçka Ehmedê Xanî, çira gotin ezê pêxim, li dîwarê Mem û Zînê hilawêsim, þevê ez pê bikim rehnî. Þepolên reng û awazan, li ser dêma ciwanî tev, nizanim ka çi awayî bihîvêzim!? Ji reng û rûçikê îro, dilê min ku, dirêjê xwîn, birîndarim. Neþim bêjim li vê derya pesindarî, ne soba û ne hiþyarim. Çikû zanim ku robarek neqiþbazî, ji bejna Ehmedê Xanî li bejna min , ne ew borê ku ez lêdim. Neþim bêjim ji goranî , li vê bestê ne serbestim. Çilo karim li fincana xwe ez deynim, bi hêsanî bidim hevdû, bi hejmêrim hemî peþkên di baranê!? Çilo karim dilê derya bi mista xwe biçirkênim!? Erê Xanî ! Biçûkim ez, li awêna te ez dêmê xwe nabînim. Li rû heyvan, çiraya ber gelawêjan çilo pêxim, çirîsoke li destê min!? Bi mûmek dê çi rehnîkim rûyê rojan!? Li Botan û li ser Cûdî, te rehnî da bilindahî rûyê tarî. Erê Xanî ! Te xanî bo me avakir, bi kurmancî , te dîwarê ziman lêkir. Li hevrîÞmê zimanzanî, gelêrî bo me nîþankir. Zevî hiþka biharek nû te kêlabû. Li dîrokê berî her kes, gula pêþî li vîna gel, welat û xak, li ser singa xwe danî bû. Erê Xanî! Çivîkên bawerî lavan ji nav tora delavên dil, te berda bûn, li banî jor pelên hewran , kirin hêlîn. Ji doþava Qesaran û ji lêlava sipîberfa dilovanî, bi tihnêtî vexwarin av. Ji tîrêjên hemî rengan ji bo taca Mem û Zînê, çinîbûn xweÞ, kevanê pelkezêrînê. Erê Xanî! Te kolabû çemê jînê ,cihok û þap, lehî avên welatê min, li herk û tev çirîsokî, vexwarin tev delavên dil, çemê vînê, evîndarî Mem û Zînê. Ji ava dil , ji xuhdan û ji rengê simbilê bê nan, ji aha nav dilê Dicle, wekî sazek li dest pêlan... bilûra bilbilê xemgîn, evîn û jîn, hejêkirn û xweþî û kîn, sirûdek bû li ser têla mûsîqarî du dildaran, te hûnabû. Mem û Zîna ji kevnarî, li dîdarê welat û gel te anî rû. Welatnasî li helbestek neqiþ kêþa, di mermer de, bi dîrokî te kolabû, li dîwarê zeman danî. Erê Xanî ! Erê Xanî ! ......... / 02 / 1995 www.kecakurd.de Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |