PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þêx Þemseddînê Þehrînûhî


Þêyx Þemseddîn-î Þehrînuhî ( r.a ) li mentýqa Botan hatîye dinê. Kurê Þêyx Elî yê Gundikî’ye. Xwendina xwe ya destpêkê li Dîyarbekir borandiye. Ju (pashê) ji wêdê çuye Rawendiz u Erbîl’ê li wêdê xwendina xwe xilas kirîye. Babê wî Þêyx Elî xelîfê Þêyx Hiseynê Basretî ye. Þêyx Elî nevîyê Mele Derwêþ e. Ew ji kurê Þêyx Xezzalî ye.

Þêx Xezzalî ji kurê Hz. Pîr Ýzzeddîn e. Li nêv millet de bi navê “ Pîr Êzdîn” tê nas kirin. Þêyx Þemseddîn di 19 ê Þê’banê sala 1331 ê hicrî icaza xîlafetê standî ye. Þêyx Þemseddîn xelîfê mamê xwe Þêyx Xalid u yê Þêyx Tahirê Maî ye. Þêyx Xalid u Þêyx Tahir dostên hevên feqetîyê ne. Her du zat ji bi nîsba el-Osmanî el-Xalidî el-Berwarî hatine naskirin.

Lê Þêyx Tahir ji Berwarîyên baþûr e.Þêyx Þemseddîn Efendî her car bi sufîyan ve der di ket îrþadê. Wî u Þêyx Seyda (r.a.) li ser çiyayê Cudî hev du di ihtifalên pîrozbahîyan de didîtin. Yên dîtîn di bêjin wechê her du yan ji wessa spî u munewwer bu ferq ji hev ne di hat kirin. Þêyx Þemseddîn li Gundik wefat kirîye. Tirba wî li zîyereta temtemê ye. Cihê zîyeretê ye. Herweha çend þê’r u beytên wî hene. Ger bê kom kirin dibe dîwançeyek. Li ser Dîwana Hz. Mewlana Xalid ( r. a. ) terbî’ ( çarmalî ), texmîs (pênçmalî )u tesdîsê ( þeþmalî ) wî hene.

Piþtî Þêx Elî û Þêx Xalid postniþînî kurê Þêx Elî, Þêx Þemseddînê Þehrînûhî kirî ye. Þêx Þemseddîn, xebatên ilmî yên muhîm nivîsî ne. Wekî þerhên hinek fessên Fusûsu’l-Hikem’a Þêxu’l-Ekber Muhyîddînê Erebî û çarmalîya li ser hejdeh beytên Mesnewîya Hz. Mewlana. Þêx Þemseddîn sala 1943’ê yê wefat kirîye. Piþtî Þêx Þemseddîn Þêx Muhemmed ev xizmet îfa kirîye. Þêx Muhemmed 1985’ê wefat kirîye, ewladên wî ev xizmet dewam kirîne. Ji ewladên Þêx Mihemmed, Mele Ebdillah û Mele Ebdirrehman û Mele Ebdilmecîd xebatên ilmî dewam kirîne. Mele Ebdirrehman mucazê ilmî û xîlafetê ye. Di gellik þerîetên nêva eþîr û herêma de cih girtîye û buye wesîla sulh û asayîþê. Wekî þerên di nêva Jîrkî û Mamxuran û Gewdan û Guyan de. Her weha di meselên nexweþîyên di navbeyna Þirnex û Cizîrê an ji di nêvbeyan Cizîrê û Silopya de. Ewladên Pîr Êzdîn di vî warîde wezîfên muhîmm pêk anîne.

Gellik kesatetîyên ehlê hel û eqdê yên þayanê behsê hene wekî Mele Ebdirrehmanê Mamê Mela (w.15 Sibat 1978) û Hecî Emerê Mela (w. 1985) û Hecî Silîmanê Qilavî (Suleyman Fakhan w. 1985) gellik zatên din. Mele Ebdirrehamanê Mamê Mela kesayetîyek ehlê hikmetê bu. Di þirîeta de bi besîreta xwe ya kûr gellik arîkarîya Mele Ebdirrehmanê Þêx Mihemmed dikir. Va her sê þexsîyetên mezkûr ji bo parastina berjewendîyên maddî û me’newî yên millet gellik iþkence û ezîyet kêþane. Ji encama va îþkenceya wefat kirîne. (bnr: kowara Nûbiharê hêjmara 88 û 94 a)