PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



QELEMÊT RENGîN


Ez vê çîrokê Ji bo wan kesên ku, zarokîya xwa di kongeha Mêrdînê de derbas kirine, pêskês dikim.

Xwendegeha Kongehê, li payîza dereng, ji ber û herî hati bû avakirin. Û ji ber vê derengiyê germa
zikê havînê ne dabû dîwar û binê jorî, da ji silahiyê ziwa bibe. Dîwar bi axa sipî dûtibûn, lê ew ji
hêwatî li ser nîv mitrê ji binê xwe ve res bû bû û bihna efnikê ji erdê û ji dîwaran difûrî.

Xwendegeha Kongehê, li payîza dereng, ji ber û herî hati bû avakirin. Û ji ber vê derengiyê
germa zikê havînê ne dabû dîwar û binê jorî, da ji þilahiyê ziwa bibe. Dîwar bi axa sipî dûtibûn, lê
ew ji hêwatî li ser nîv mitrê ji binê xwe ve reþ bû bû û bihna efnikê ji erdê û ji dîwaran difûrî.

Kursiyên xwendegehê kevne-nû bûn, di ronahi-yê de diteyisîn. Lê bihna hinavê wan tenekeyan
hati bû guhertin û genî bû bû.Vêce çi dema ku dergehê jorî bi hêza bayê divebû, sirekê xwe pelû
nav hundur dikir, hilma efnikê û bihna zikê tenekekursiyan; bihna rûn, ya gaz û mazo-tê tevlihev
dibû. Ji nivzî ve bilind dibû û paþê di pozê þagirtan ve hildikiþa ser mejî. Li destpêkê serê mamoste
û yê þagirtan ji ber wê bihnê diêþa, lê hino hino lêrahatin û fêrî wê bihnê jî bûn, her wekî ji neçarî fêrî
gelek tiþtan bûbûn.

Her þagirtek tenekeyek ser neqot kiri bû, û doþekokeke paçikî li ser binê wê tenekê danî bû û li ser
rûdiniþt.

Mamosta bi rêzê ve çû; yek yek li wêneyên þagirtan dinerî û têbîniyên xwe digotin û ew fêrî
wênesaziyê dikirin. Wêneyê wê rojê, yê ku çêkiribûn, dîmenê kongehê bû; çadir,dîwarên berûherî,
ala tirkî û cendirme bi rext û tiveng... Ji ewrên reþtarî, cadeyên herî, ên bê gul û giya ; mirov dikarî
bêje, ku rengê tarî serdest bû, paþerojeke ne diyar jêve xuya bû.

Dema mamosta giha semta Þêrîn, kabokên wê li hev ketin û da xwe rabû, ser di ber de ji xwe
dipirsî :

- Ez çi bêjim? Derewan bikim, bêjim min ji bîrkir, min resma xwe çênekir, an rastî bêjim, ku qele-
mên min ên rengîn nînin...Lêva wê lerizî, devê xwe bir û anî, bersiva mamosta ne da. Mamosta
gelek bi diltengî bi Þêrîn de xeyidî, û bi serê wê de pit pit kir û got :


- Tu bêguhdanî û eger wehaye naxwe ji bo çi tu hatî xwendegehê? !


Gotinên mamostayî weke derzîyan di laþê Þêrîn re diçûn...Mamosta jî nû hati bû dibistanê û
þagirtên polê sisêyê nas ne dikirin, ji lewra pirsî:


-Tu ji kîj gundîyî , û navê bavê te çi ye?

Gerûya Þêrîn ji girî tijî bû, û careke dî bersiv neda . Lê Zîna hevala wê destê xwe bilind kir û got :


-Mamosta, Þêrîn keça þehîd e. Þehîd Azad, ma tu wî nasnakî ?!

Serbest , birayê Zînê rabû, û wî jî got :


-Mamosta, diya Þêrîn nexweþ e, û nikare qelemên rengîn jê re bikire.


Dema ku mamosta evaha bihîst,qozîya wî ziwa bû, destê xwe bi ser pora Þêrîn re bir, û hêvîya lê
bihûrtinê jê kir. Þagirt bê deng bûn, û awira tevan bi rexê Þêrîn ve bû.


Zengilê dawî lêda, þagirtên xwendegehê li bayê birçîbûnê bazdan. Her yek berê xwe da çadira
xwe. Þêrîn, deftera wê li nav tûrikê nay-lon, di bin çengê wê de, diçû. Pizrûkên baranê dihatin; rûyê
axê þil bûbû. Piyên wê di þimika lastîkî de bi herî bûn,û hin caran þimika wê bi gerûya heriyê digirt
û li gel Þêrîn nediçû; vêce ew neçar bû, þimik bi destê xwe girt û bi rêve bi pêxwasî diçû, gavên
xwe bi sistî davêtin; di ber xwe de got :


- Xwezî, zarok ji dayika min re ne bêjin?

Eger diya min bizane qelemên min ên rengîn nînin, nexweþîya wê lê cortir dike...


Þêrîn dema giha mal, dêya wê di nav cihan de nivistî bû, tûrikê xwe avête kuncek ji ya çadirê,
piyên xwe ji gemar û heriyê þûþtin û bê ku çavên xwe jî , li nanî bigerîne weha birçî li teniþt diya xwe
pal da .


Çavên Þêrîn girtî bûn, lê ew bi xwe hiþyar bû, þelîta bîranînên xwe ên tal û nexweþ di mejîyê xwe
de vegerand; her tiþt wek neynikê li ber çavên wê bû; (Eha li wî cihî , li wî alîyê sînor , li ber wê
latê, bavê min hate kuþtin, û di nav xwîna xwe de digevizî...)


Gotinên bavê wê ên paþî, di guhên wê de ziringênî dikirin ; dema li ber mirinê mista xwe tijî ax
kir, û raberî diya wê kir û got :

Xemê, ez bi gorî vê axê bûm...Hêstirên Þêrîn herikîn, rûyê xwe bi piþta destê xwe paqij kir .Gotinên
mamosta, qelemên rengîn, û diya wê a nexweþ, hemî bi hev re di mejîyê wê de kom bûn;
jiyaneke tehl û paþerojeke tarî dikete ber çavên wê. Di tirseke bê sînor de noq bû, û gumana ji
hemîyan mezintir, ya ku li mejîyê wê siwar bû, mirin bû; bîr li mirina dayika xwe kir, ji xwe re got :
Eger diya min bimi....Hevok nebire serî, û li xwe poþman bû. Awirek li cihê diya xwe da; çaxê
pêjna xirxira wê kir, dilê Þêrîn hinekî vebû; çirîsokek ronahî di wê tarîyê de teyisî; mamê wê, yê
ku li Ewropa ye li bîra wê hat, dilê wê xweþ bû, hêvîya wê çê bû, ji xwe re got :

Rojekê mamê min dê were, û min ji vê perîþanîyê rizgar bike...


Lê ew xweþî dom ne kir, ji niþka ve dilê Þêrîn qermiçî, gotinên dayika wê li bîrê hatin; gava ji keça
xwe re hin caran dibêje :


-Keça min, mamê xwe ji guhê xwe bavêje; kesê çû Ewropayê û xweþîya wê dît, êdî bîr li birçîtî û
perîþanîya me nake.Keça min zikê têr haj ê birçî nîne...

Þêrîn gelek tiþt di serê xwe de gerandin , ti bi ti nexist, li dawîyê , bi tayê xwezîyan girt û dilê xwe
pê xweþ kir, û got :


-Xwezî mamê min bihata...Xwezî hinek pere bi dayika min bida. Xwezî weha bikira,..xwezî, xwezî,
û xwezî,...Gelek xwezî çêbûn. Þêrîn li deryaya xwezîyan de pûnijî, û di xew ve çû. Þêrîn di xewna xwe
de dît :

Li nav komek dirih û sitirî li qelemên xwe ên rengîn digeriha. Ji niþka ve suwarek li ber sekinî, û
rojbaþî lê kir. Þêrîn behitî ma, got ev suwar gelek li bavê min diçe, lê bavê min, di bin
bumbebarana firokên seddam de hate kuþtin ! Gelo ev suwar ê kî be ?!

Aha, min ew nas kir ! Ew mamê min e. Raste, ji Ewropayê hatiye. Bê guman ew ji bo min hati ye.
Wî siwarî, bi lebteke ji hemî hestên hejêki-rinê, weravtî û gelek bi sarî, got:


-Ez mamê te me, tu jî Þêrînî, ne weye ?!

Suwar weha got, û destê xwe avête xurcezînê, ya ku di bin wî de bû. Rengê Þêrîn pêre pêre geþ bû,
zengilê hêvîyan di hestê wê de lêda, çavên wê reqisîn, zeq li dest û xurcezîna mamê xwe nihêrî, û
destên wê ji xwe re bilind bûn; da ku diyarîya mamê xwe, ya ku jê re anî ye, ji dest bigire. Lê sed
mixabin di çav girtinekê de hêvîyên Þêrîn di nav babilîska xeman de winda bûn; dema wê dît, ku
mamê wê xurcezîn di bin xwe de rast kir; cihê xwe li ser piþta hespê xweþ kir. pelên gula Þêrîn
werihan, xwe di qalikê xwe de pernisand. Lê dîse suwarê bêguhdan bi yekcarî, Þêrîn bê hêvî nekir, jê pirsî :

- Tu ji min çi dixwazî; eger ez careke dî hatim?

Þêrîn hinekî pêjinî, paþê weha di rewþeke perþikestî de û bi dilzîzî got :

-Mamo ji min re qelemêt rengîn bîne...



...... / ........./ 1989
www.kecakurd.de




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !