PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xizan Þîlan : MÝRÎYÊ ZÝNDÎ




MÝRÎYÊ ZÝNDÎ

Di neynika dilê xwe de
li nav qermîçokên
eniya xwe
pêrgî jana xerîbiyê têm
pira hêviya min
ya li navbera berbangê
û asoyê
hilweþandin
toza bîranînên
lanet bûyî
bi kefa mistan
bi ser min de
daweþandin
mayînên bagêje
di mêjiyê min de
teqandin
nikarim
xwe ji pencên
kurtepista zimanê deyûzan
biparêzim dayê
çavsorî
hesûdî
û zikreþiya mirovên çeqel
bîr û baweriyê
li min diqurifînin
jiyanek zindî mirî
li min sîwar kirin
di jiyana talanbûyî
û giyanê xwe de
bû me qulingê koçeber
ji ber awirên þermok
hîssa tawanbariyê
û evîndariyê
bêhn li min diçikê
piþt li min xûz dibê
dil li min zîz dibê
di nav êþ
hêrs û tirs
û bêdengiya xwe de
difetisim
wekî ku ez
ne ji te
ji zikê janê çêbû bûm
êþan
bi awirên zexelane
ez ji paþ ve
xençer kirim
hevsarê xemgîniyê
xistin stûyê
hêviyên min
û þewqa fanosa
pêþeroja min
li min tefandin
dayê
ez niha
ji piyala hesretkêþan
keserkêþan
û serxweþan
hêstirên dilê te
vedixwim
û her roj
bi zindîbûna xwe re
dimirim
li ber dîwarên
kolanên hinavê min
yên bênavnîþan
kêlê gora min datînin


Stockholm, 06. 09. 2005

Xizan Þilan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf