PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Azadî Çiye




Azadî Çiye

Ku tû ne bindest be
Azad hatiye dinê ku tû serbixwe be
Azadî mafe ji jinanre wek ji mêranre
Û ji piçûkare çawa ku ji mezinare
Azadî ne xwediyê miletekî taybetiye
Lê her milet xwediyê azadiyê ye
Azadî ku tû ne girêdayi bi axare û begare
Û ne bi êl û eþiretên xwere
Azadî mafe kes nikane ji te bistîne
Heg standin bixebite ku tû vegerîne
Ku tû azad be jiyan pir xweþ û geþe
Lê ku tû bindest be jiyan tale û reþe
Bixaze azadî ji bo xwe û birayê xwere
Ji bo te bibe kefxweþî ew xêre ne þere
Azadî ne ku tû çi bixaze û bike
Sînorên xwe hene bixwîne û bi cî bîne
Azadî ne azadiya Holandaye
Azadî bengeha wê dad û since
Ortama em lê dijin civake
Xwedî çande ne daristane
Azadiyê biparêze ew ne zîv û zêre
Ji mirovanre pêwiste wek av ji darêre
Azadî jêr nîne cihek ew li her dere
li çiya û gund û bajare
ku tune be azadî emê çê kin dest bi destre
ji bo cîhanek xweþ,ku dijî kêf û þahî be

15. 12. 2005

Kiyaksar Temir

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf