PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xebata bi çek ya a bi dek ?




Xebata bi çek ya a bi dek ?


Kurdistan li dûr dike nalîn û digrî
Rewþamin xerabe ne saxim ne mirî
Zarokên min, xelas kin dayikê ji bin destî
Bese ev çend sal jiyana êþ û perîþanî
Pirs kir ji Cudî ; kanî tekoþîn û xebat ?
Ev çi rawestine, millet bûye wek pût û lat
Têmin dengê hêrsa Dijlê û Firat
Lê di nav we de bêdengayî û tebat
Cudî bersiv da bi dengek xemgîn
Dayê îro dikin doza rûniþtin û civîn
Dibêjin dem nedema çek
Ramyarî ku xebat bibe bi dek
Pristîje kincên kravata û þavqa
Û rûniþtina kursiya û li paþ masa
Kevin bûye þal û þapikên Pêþmerga
Û xebata azadiye li sere çiya
Bilind dikin ji dijminre Ala aþtiyê
Di nav xwe jî dikin þerê birakûjiyê
Dibêjin bi riyê diplomatîk em ê bibin serbest
Hewledan jî dikin ku me bikin pê serwext
Li rojhilat ji bîr kirin Qazî û Qasimlo û þerefkendî
Pirê wan gotin Kurd û Firs birane û ji nijadek Arî
Li bakur bang dikin bi aþtyê, bi Çiler û Erdoxan
Kevin bûye îro riya xebata, Zîlan û Mazlum Doxan
Û ji bîr kirin ku di zindanê de birêz Ocalan
Li Baþûr dixebitin ji bo verestina pisgirêka Þiyî û Sûniya
Kerkûk jî dinale di bin destande wek sêwiya
Li rojava jî partî bûne wek Keroþka Aviz
Her heyv ji yekê çê dibe sê, û her yek jî dibêje ez
Doza wan bûye nasnameya ji bo 300,000 kes
Û ji bîrkirin, ku ev nasname ya dewleta Baas
Dayê eve rewþa zarokên te
Fermo çend gotin jî ji bo te
Erê Cudî, di dilêmin de aran
Li ser neviyê Midiyan
Kî got azadî tê bi dan û standinan
Bi kêre bikin aþtî û rûþtinan
Bi Firsên ku dibêjin, Kurd nîne netew û ew berek ji mene
Yan bi Tirkên, ku dibêjin Kurd Tirkên Çiyayî ne
Yan bi Suriyê re, ku dibê je Kurd gocber û Qereçîne
Yan bi Erebên Iraqê xwediyê Enfal û komkûjiya Helebce

* * *

Na gelê min, jiyan xebate
Xebat ji bo azadiyê ye
Azadî mafe ji her netewre
Ne bi riyên dîplomatîk Hitler þikest û çû
Û ne bi riyên dîplomatîk Viatnam azad bû
Aþtî ku tine be jêr merc û binetar
Dibe wek aþtiya axayê kedxwar û cotkarê kedkar
Çiye aþtî ? ! ku mafê min di destê wan de be
Çiye aþtî ? ! Ku di girtîgehê de girtiyê azadiyê hebe
Þêx Saîd û Seyid Riza û Qazî ji bo me bûn qurban
Gelo, ma bîr nedibûn riyên dîplmatîk û civînan
Kurdistan serbixwe nebe wê dûbare be Helebce û Enfal
Rabe Kurdo bi çek û peynûsê dijî dijminê Dercal
Daxwaza te bere bibe Kurdistanek yek
Xebat bike bi peynûsê lê ji bîr neke çek
Tû nekuje dijmin te bikuje, ev jêr dibêjin ceng

* * *

Bakur, xebata xwe nerawestîne, Tirko nade azadîcan
Ma we ji bîr kir darvekirina Seyid Riza û Saîdê Pîran
Û ne ji mêj de kûþtina zarokekî bi 33 gulan
Di girtîgehê de heya mirinê Abdulla Ocalan
Xebata me ji bo azadiyêye, piþtre aþtî ez qurban
Baþûr, warê Þêx Mahmud Keyê Kurdistan
Kaniya xebata azadiya nemir Mistafa Barzan
Kurdistan ne tenê Baþure
Lê Rojhilat û Rojava û Bakure
Ew li bendî we ne û bi hêvîne
Rojhilat, canê min, bere dijmin te nexapîne
Bike bi wesiyetnama Qazî Mihemed û bixwîne
Ji bîr neke ji bo çi bû xebata Axayê simko û Qasimlo û Þerefkendî
Heg te ji bîr kir ez ê bêjim, ji bo te xelaske ji bindestî
Rojava, bere serhilana Qamiþlo nebe ya dawî
Bikin wek digot ji mere Apê Osman Sebrî
Çi gereke nasname, ku em dijîn di bindestî
Xwesteka me welatek Kurdî û jiyanek azadî
Bere dîsa Sînema Amudê neþewite, Zarok dixazin Zanîngeh û Dibistan
Ku tê de bê xwendin helbestên Cegerxwîn û rêzimanên Mîr Bedirxan
Kurdistan azad bibe em ê þa bibin gelek
Ew demê bikin aþtî bi Ereban re û Firs û Tûrk

Ukranya , Kiyev - 01. 12. 2005

Kiyaksar Temir

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf