PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Doza Kerê Rencber...!




Doza Kerê Rencber...!


Li nav dehl û rezan de, hebû ajalek bi navê kerê bêdar.
Hertim, bi gazin bû, bi loma bû, li ser mirovê kedxwar.
Te jêr digot ; kero tû çawaye? digot rewþa wek doh û par.
Kar dikim bê rawestan Zivistan û Havîn ta Payîz û Buhar.
Û her êvar li bende, lawê adamim ku bidmin hinek qîvar.
Nîne ji mir li vê cîhanê xwedî û parêzer.
Êm jî hertim çar ecur û sê çar gêzer.
Li serwan jî xwedî xov û tirs û azwer.
Her sal derbas dibe, ez dibêjim xwziya bi par.
Ne bi pêþ û ne bi paþ, ewe jiyana tim dijwar.
Kero tiþkî fam ne dikir, ji pevî her û wer.
Jiyana wî tenê kar bû, nizanî bû çiye ger.
Kêfa wî ji Lenîn re dihat, digot ; ew ji bo min rêçber.
Dozdarê Sosyalizmê bû, ta ku xelas be ji destê Serwer.
Me got kero karê te eve, ma ti dixwazwê bibe Mîr.
Got ; ez dozdarê wekheviya ajalên ciwan û pîr.
Em hemu sewalin, boçi ji hinek re þîr û yêdin re sîr.
Ker hemu ne gêjin, gelek ji wan hene, mêr û pir jîr.
Em ê mafê xwe bistînîn, ji mirovê zordar.
Û rizgar bibin û bilind bikin Ala kedkar.
Ta ku venegere, kedxwariya mirovan tû car.
Dîsa em newestin û nebînin zulm û bêtar.
Ez ajalim, dibêjim kerim ne alîgir.
Di bin barde bi hêzim, wek hogir.
Doza min, jiyan hinek bibe baþtir.
Bide min, wek ez didême ne bêhtir.
Ez jî zindîwerim, neke vir.

Ukranya , Kiyev - 23. 11. 2005

Kiyaksar Temir

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf