PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dildar Îsmail : PEYVA TAZÎ - 5 -


PEYVA TAZÎ - 5-

Hebu nebu çîroka ( Siwarên Bizina ) li hev civiyan û dane ser riya Þamê. Gelek þev û roj derbasbun û sal buhurîn û hê birvane. Em gelek dirêj nakin. Ji ber çîrok pir dirêje...... Nîzikî çil sal derbas bu, û hê ew diranên ji hevketî li ber xwe didin. Ne guhertin û ne ketin. Lê hêdî, hêdî va gihan Þamê. Þamê ti çi Þamî ? Lê dawî Gihan û bi silavên germ civîyan........... Civîyan li hev, li vir û li wir. Li Þama El - Esad, wekê tê gotin an weke ew dibêjin. Ku Sûrî hemî ya waye. Ji ber tiþtek têda nehîþtine, hemî talan kirine. ( Xelk dizî bi þev dikin lê rejima partiya Bees a Sûrîyê bi roj dike. Ji Beesî yê piçuk heya ê mezin tev didizin. Ji ber di hundurê rejima partîya Bees hatiye nivisandin. Û ê ne dizin wê þevên wî tarbibin. Lê qedera Xelkê ji Asmanê jore. Qedera me ji axa hore.

De binivîse ey dîroka Zêrîn. Roj wê vegerin û dizên mejîyên tev diz wê li ku bimînin. Lê emê vegerin mijara xwe ya ser ''rapora þam ê''.

An civata Þamê çawa Siwarên Bizina îmzeyên xwe avêtin. Bê raman, an ji ber tirsa ne tirs an ji ber pirsa ku jê westîyane. Ji ber ev 45 sal westîyan ji ber vê karê Zêrîn. Ku bi sala di xebitîn wey li min gelek maf anîn ser hev. Di paytexta Rojavay Kurdistan da. Çawa îmze kirin tevan bi hevre weka Þêrê bi tolikê ve girêday. Ji eþqa îmzeya xwe wê Þevê nerazan. Lê nizanim ji eþqa an ji meþqa. Çawa civîn hate ser hev, an kê birê xist an kê xwest. Ev dimîne pirsa tazî. An peyva Tazî. Weke ew dixwazin civîn berdewam bû. Kî di axivî kî ne di Axivî ew birsgirkeke dine. Gotinên mezin û gotinên biçûk, tev li hev vegerandin û bi ser hevde givaþtin. Û netewa Kurd ber bi tava Heyv xistin. Li ber sira hênik kû ji Þama Þerîf difure û Siwarên Bizina di runiþtina xwede çawa xwe divezilandin. Û ava Zelal vedixwarin. Û bera dinya li hev bizivîra û îmzeyên bi Pênûsa hey erzan bê îmzekirin. Next û rexta guhdarên Peyva Tazî. Destek tenê çelpika nade. Û dengek tenê qîrê nagîhîne. Lê Zivistan baranê di barîne û Gulên nûjen biharê dixemilîne. Û Siwarên Bizina wê vegerin berdewam dibe çîrok .

Almanya, 22. 11. 2005

Dildar Îsmail

dildarismail@hotmail.com

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf