Çend Sitranê Dengbêj Zahiro û Sitranek Dengbêj Reþo .... SERAYA MAMED AXALêêêê Serayê lê lêêêêSibeye bila li me nehata bêhna bayê ecem bayê þerqê Bêhna bayê bêlubaþê çep û rast lê nexe di ser me da gure gure Gelî gundî malî cinarno ca bala xwe bidinê Ezê li xizêma pozê Seraya Mamed axa dinêrim bi çerxe bi dolabe Ketiye serê govendê tew tew dike tê û diçe dizivire * * * Bila li dem û dewrana Dinyayê tajiya mirov nêçîrvan be Hespê mirov beza be, tifinga mirov sertacê tifingên xelqê be Yeka mîna Seraya Mamed axa berdilka dilê mirov be Mirov li dîwanê axa û axalera rûnê methê xwe bide, hayê hayê pê bifire Lê Serayê têlî Serayê, þîrîn Serayê, têlî serayê. * * * Lêêêê Serayê lê lêêêê Bihare bila li me nehata bêhna bayê ecem bayê þerqê Bêhna bayê bêlubaþê çep û rast lê nexe, di ser me da neyê bêhna bayê gulo Bihare li welatê me Serhedê daran pelên xwe weþandin bi guliyan ve neman çilo Gelî gundî malî cînarno ezê duakî dikim hûn tev bihevre bêjin amîn Belku herçî êþ û elema canê Seraya mamed axa de heye here canê sêfî Silo Lê Serayê têlî Serayê, þîrîn Serayê, têlî serayê. Gotin : Dengbêj Reþo * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * DELALAyyyy lê delal lê lê Delal lê lê Delal lê lê DelalHehu lê Delal sibeye diçûme Diyarbekira rengîn Ji kula dilê min û te re biþewite xwe+ mesken e, Ji êvar de gemî qayikan xwe berdane dûne De yaka sîne yakanî dine, Ji êvar de gemî û qayîkan xwe berdane dûne Ji bextê min û te re gundî malî derî cinar bûne fesad, fesadiya xwe kirine Weyla pîrê me yên heftê salî rabûne bengî bûne Digotin dilê qîza filankesê lawê bêvan kesê di hevdûne Lo lawiko ji êvarde yan kuþtina te ye, Yan berdan û edama jê di mine Emê rabin bi destên hevûdû bigirin berê xwe bidin welate ji welatê di jêrîne Bila kesekî nizanibe em ji ku ne Emê bêjin em qandar û qatil û xwînîne, dê û bavên be kuþtîne Em ji ber dewleta osmaniyan revîne, kesên me tunîne Dema gotin hûn ci yê hevûdûne, Emê bêjin em xwîþk û birayên hevûdûne Dema gotin rengên we ne yekin Emê bêjin, kalê bavê me yeke, pîre dayîkên me dudu ne lêêêêêêê * * * Ax tu mikra ji mikranî lêêêêêêêêê Hehu çîçeka li destê xortanî Sênca Helebê, teniya bi donê, qîra bi qitranê Tu bû agir ketî canê mêrê bisulmanê Gotin derewînê, bazar xirabê, te xêr ji bazara xwe nediyê, Sebeb tu ji xwedê netirsiya, di dawiyê de bû sebeba terî, canî û ciwaniya min ê lêeeeeeee * * * Ayyyy lê delal lê lê Delal lê lê Delal lê lê Delal Hehu lê Delal sibeye diçûme Diyarbekira rengîn Ji kula dilê min û te re biþewite xweþ qenter e, Ji êvar de gemî û qayîkan xwe berdane sere Koþka qîza qiral li ser e, qîzik dîlber e, lawik esmer e Xizêma pozê têliya mina delal hemû ji zêrê zer e Keçikê digot lawiko, tilî bêçiyên min ji tere qelem e Nava deqa sing û berên min defter e Rabe çend saleka deynê dewletê tê de binivîse Navniþana min û xwe bigire bavê ber e lêêêêêêêê Gotin : Dengbêj Zahiro * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * EYÞANÊEyþanê digot Mehemedo lo biraMêrga mele kaniya guzê biþewite li zeviyê Xweyinga te satila xwe avêtî milê xwe diçû ser kaniyê Lawê Îbrahîmê çaçan bi zorê hatibû ruyê min zerîyê * * * Mehemed digot lê lê Eyþanê xweyîngê Bila ehd û wehde li canê birayê te ketibe Birayê te sibê vê çaxê lê dixe lawê ibrahîmê çaçan dikuje Bila li birayê te were xezebê ezemet paþa Dest û lingên min qeyd û kelepçê bixîne Çend saleka birayê te bigerine li sirgunê li xeribiyê * * * Bi rebena bira me lê lê Birîndarê gulla me de lolo Li dara Dinyayê min tiþt nekir Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî * * * Eyþanê digot Mehemedo lo bira Mêrga mele kaniya guzê biþewite li zeviya ketê Xweyinga te satila xwe avêtî milê xwe diçû ser kaniyê Lawê Îbrahîmê çaçan bi zorê hatibû ruyê min hurmetê * * * Mehemed digot lê lê Eyþanê xweyîngê Bila ehd û wehde li canê birayê te ketibe Birayê te sibê vê çaxê lê dixe lawê ibrahîmê çaçan dikuje Bila li birayê te were xezebê ezemet paþa Dest û lingên min qeyd û kelepçê bixîne Çend saleka birayê te bigerine li derîyê dewletê * * * Bi rebena bira me lê lê Birîndarê gulla me de lolo Li dara Dinyayê min tiþt nekir Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî * * * Sibebû Mehemed ji malê derket lez kir dilezîne Mîrata tifingê digirt saralixê fîþengan li bejna ziravê nazik diþidîne Derkete derê malê bi sê dengan li lawê îbrahîmê çaçan kir qêqîne Gote lawo xweyînga min layîqî devê te nîne * * * Van herdû zilaman li ber hev sekinîn li meydanê Dest bi dest qapaxên serê hevûdû ve danîne Mehemed lê dixist qapaxa serê Lawê Îbrahîm çaçan ji erdê hiltîne Îbrahîm bi salê xwe mezine, emrê wî pêncî û pênc sal dîne Bazda alî malê mîrata tifingê ji malê hiltîne Ji pare ve derbekî berda, Mehemed li kêleka lawê xwe de werdigerîne * * * Kevþa van zilaman rabû, tevayê amîra li ser cinazan sekinîne Tevan þahidiya bêbextî dabûn, digotin herdûyan xwebixwe berî dane hevdû, hev kuþtine Ezê bala xwe didimê, cinazê lawê Îbrahîmê çaçan ji meydanê hilanîne Lê lê Eyþanê porkurê rabe cinazê Mehemed ji meydanê hilîne Yazixa mêrane bila cinazê wî li ber germa havînê nemîne * * * Bi rebena bira me lê lê Birîndarê gulla me de lolo Li dara Dinyayê min tiþt nekir Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî Gotin : Dengbêj Zahiro |